​​​​​​​PYD tawanên hikumeta Şamê red kirin û banga diyalogê û qewitandina dagirkeran kir

PYD’ê daxuyaniyên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tawanên cihêxwaziyê yên li dijî rêveberiyê, red kirin û got, “Em dixwazin bînin bîra rayedarên rejîmê ku ji ber kiryarên wan ên çewt û zordariya li hemberî gel, hêzên herêmî û navneteweyî hatin Sûriyê.”

​​​​​​​PYD tawanên hikumeta Şamê red kirin û banga diyalogê û qewitandina dagirkeran kir
22 mijdar, 2021   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Şamê kir ku rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di parastina yekitiya Sûriyê û têkbirina DAIŞ’ê de înkar neke û teqez kir ku tawanên wê tenê aloziya Sûriyê kûrtir dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ligel têkçûna aborî û siyasî ya li Sûriyê û rewşa trajîk a li herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, penabertiya bi milyonan sûrî û qetilkirina bi hezaran ji keç û xortên Sûriyê, rayedarên Sûriyê daxuyaniyan didin, tê de dijminatiya Rêveberiya Xweser ya demokratîk û saziyên wê yên siyasî û parastinê dikin û carekê bi cihêxwaziyê û carekê jî bi ajantiyê tawanbar dikin.

Ev daxuyanî rastiyê berovajî dikin û rê li pêş hewldanên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya giştî li Sûriyê digirin. Ji ber ku berpirsê yekemîn ê hevbûna Amerîka, Rûsya û hin dewletên navneteweyî ne, her wiha berpirsê rewşa krêt a gelê Sûriyê, yê ku van daxuyaniyan dide bi xwe ye.

Ne ji têkoşîn û berxwedana QSD’ê û fededariyên wan bûya, Sûriyê nikarî yekitiya xakê biparêze, ji ber ku dê DAIŞ û dewleta Tirk dest danîbana ser Sûriyê.

PAŞGUHKIRINA ROLA NÎŞTIMANÎ YA RÊVEBERIYA TENÊ XIZMETA PARÇEKIRINÊ DIKE

Di demekê de ku divê em refên xwe li dijî yên ku xaka me dagir kirine û gefan li pêşeroja welatiyên Sûriyê dixwin bikin yek, em dibînin ku rejîma Şamê xwe dispêre siyaseta înkarkirin û paşguhkirina rola nîştimanî ya QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Ev yek dê tenê rewşa parçebûnê ya li Sûriyê kûrtir bike.

NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN BI DEWLETEKÊ YAN DU DEWLETAN RE NAYÊ WATEYA SERKEFTINÊ

Normalîzekirina têkiliyan ji aliyê hikumeta Şamê ve bi dewletekê yan du dewletan re nayê wateya serkeftinê. Ji ber ku serfetkirina rasteqîn ew e ku wekî welatiyên Sûriyê em dozên xwe bi awayekî aştiyane û li ser bingehekî demokratîk çareser bikin. Em ne bi çareya leşkerî re ne, lê belê em ê li hemberî siyasetên ku hebûn û îradeya me dikin hedef, teslîm nebin.

Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya salên aloziyê de me xwe spart hêza xwe û bingeha serxwebûna biryarê dûrî bandorbûna bi ajandeyên derve. Li ser vê esasî me di yek xendekê de şerê dijminên xwe kir û destkeftî bi dest xistin. Em ê li gorî vê rêgezê bimeşin û Sûriyeke demokratîk ava bikin ku mafên tevahî sûriyan misoger bike.

Bijarteya yekane ya rizgariya ji vê rewşa trajîk diyalog û danûstandina Sûrî-Sûrî ye û çi bijarteyên din krîzê kûrtir dikin û xwîna sûriyan dirêjin.

Têkildarî tawanên ajantiyê, em dixwazin bînin bîra rayedarên Şamê ku reftarên wan ên çewt û zordariya li dijî gelê xwe rê da hêzên herêmî û navneteweyî werin Sûriyê. Heke em bi rastî xwedî maleke sûrî ya yekbûyî ne û jiyana hevbeş di vê malê de ji me re girîng e, divê em bicivin û li ser çawaniya jiyanê di vê malê de nîqaş bikin. Piştre em li hev bikin kî dijmin û kî dostê me ye. Da ku em bi hev re bi dostê xwe re li gorî pêdiviyên dostaniyê û bi dijmin re li gorî pêdiviyên dijminahiyê bidin û bistînin. Lê tawanên ji dûr ve û bi rêya dezgehên çapemeniyê, em bawer in ku ev kiryar nakeve xizmeta çareseriya Sûriyê û ne jî xizmeta gelê Sûriyê.

Divê tevahî sûrî ji xîtaba nefretê ku dikeve xizmeta dijminên me dûr bikevin, divê em bi hev re ji bo rizgarkirina herêmên me ji dagirkeriya Tirk û avakirina Sûriyeke demokratîk ku rûmeta tevahî welatiyên Sûriyê biparêze, bixebitin.

(fr)

ANHA