Li Şamê ji bo şehîdên komkujiya Hilêliyê merasîmeke hat lidarxistin

Li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Şamê ji bo şehîdên komkujiya Hilêliyê merasîmeke hat lidarxistin
20 mijdar, 2021   20:16
ŞAM

Saziya Malbatên Şehîdan a Taxa Zorava ya Şamê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Hilêliyê merasîmek li hola civînan li dar xist.

Dewleta Tirk di 9'ê Mijdarê de bi balafireke bê mirov erebeyek li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bombebebaran kir. Di encamê de ji malbata Gulo ya welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wê Mihemed û Mezlûm Gulo şehîd bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Nasan axivî û di şexsê her sê şehîdan de sersaxî ji gelê Kurd û malbata şehîd Yûsif Gulo re xwest.

/ar/uploads/files/2021/11/20/193754_224c80a7-d46f-4263-9435-ae2484a0615d.webp

Mistefa Nasan wiha domand: "Dijminê me hov e, bi rêbazên xwe yên çewisandin û hovane hewl dide gelê Kurd qir bike, isbata vê yekê hedefgirtina ferd û malbatan e, beriya çend rojan erebeyek welatiyan kir hedef û di encamê de sê kes ji malbatekê şehîd bûn. Ev hemû li pêşberî çavên cîhanê û NY`yê de pêk hat ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê me bê deng in."

Mistefa Nasan di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û têkoşînê da.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(eh)

ANHA