​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-11-2021
21 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan ji PDK'ê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên Mîhrîcana Arîn a Şanoyê di roja xwe ya duyemîn de li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê berdewam dikin. saet 15:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyekê li navenda giştî ya partiyê li Qamişlo dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê Kongreya Star li kampa Waşûkanî ya Hesekê semînerekê dide koçberên Serêkaniyê. Saet 12:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Jinan li Şaredariya Dirbêsiyê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyekê li navenda Şaredariyê ya bajêr dide. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Jinan a herêma Tebqa çalakiyekê li dar dixe, tê de daxuyaniyekê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dixwîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mîhrîcana Şehîd Hemze li gundê Sifêre yê rojavayê Dêrazorê li dar dixe, di mîhrîcanê de gelek lîstokên werzîşê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan derexlaqî û dermirovî ye. Her wiha piştrast ew ê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Ebdullah da zanîn ku sedemên penabertiyê êrişên dagirkeriya Tirk, komploya PDK’ê, tunebûna ewlehî û nebaşiya rewşa aborî ya li Başûrê Kurdistanê ne. Her wiha bang li tevahî penaberan kir ku vegerin warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 - Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê û gundewarê wê Sîham Hemo diyar kir ku ew li hember her cure êrişan amade ne ku parastina herêmên xwe bikin û destnîşan kir ku Erdogan bi gefên êrişê hewl dide hundir Tirkiyê binixumîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Birayên çeteyê Roj yê bi navê Ibrahîm Silê, dibêjin ku di destê birayê wan de çek hebe nebe ne girîng e, di encam de ew çeteyê Roj e ku ji bo wan jî dijmin e. Malbat daxwaz kir ku hemû çeteyên Roj xwe kom bikin û vegerin mala xwe.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Roj tune ku gelê Kurd rastî êrişên nemerdane, zilm û zextên cur bi cur neyê. Dijminên gelê Kurd bawer dikin ku bi van êrişan ew ê bikarin hêviyên gelê Kurd ên ji bo azadiyê têk bibin, lê her êrişek li ser gelê Kurd, dibe sedema hêrs, zanabûn û kîneke mezin.

JIN

- Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî, estektîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û weheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihêje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.

CÎHAN

- Dewletên erebî yên ku bi hikumeta Şamê re têkilî normalîze kirine li benda gavên din in, li aliyekî din jî Îxwanan li Lîbyayê namzetiya Xelîfe Hefter û kurê Qezafî ji bo hilbijartinên serokatiyê red kirin.

POLÎTÎKA

- Nivîskarê siyasî yê lubnanî Qasim Qeyser got, projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocala rêya çareserkirina doza kurdî û avakirina konfedralîzma rojhilatî ye.

ANHA