Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swêdê bi berpirsên hikumet û partiyên siyasî re civiya

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swêdê bi berpirs û partiyên siyasî re rêzehevdîtin pêk anîn.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swêdê bi berpirsên hikumet û partiyên siyasî re civiya
20 mijdar, 2021   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Swêdê, nûnerên Rêveberiya Xweser  li Swêdê bi berpirsê dosyaya Sûriyê konsul Per Orinos re civiyan. Di civînê de nêrîna hikumeta Swêdê û dewletên Ewropa derbarê  dosyaya Sûriyê de, her wiha bernameya hikumeta Swêdê ya piştevaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Li aliyekî din jî civîneke din li Wezareta Karên Derve ya Swêdê bi serokê beşa karûbarên konsuluxaneya Wezareta Karên Derve ya Swêdê re hat lidarxistin. Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweser spasiya hikumeta Swêdê têkildarî mijara swêdên tev li DAIŞ’ê bûne, kir. Li kêlek wê jî li ser rêbazên piştevaniya hikumeta Swêdê ji Rêveberiya Xweser re û danîna mekanîzmeya xebateke hevbeş hatin nîqaşkirin.

Têkildarî wê, civînek li nûnertiya Rêveberiya Xweser a Stockholmê bi berpirsê têkiliyên dîplomasî ya Partiya Komunîst a Swêdê û endamê têkiliyên giştî yê parlamentoya Swêdê Andersch Ostberg û parlamentera Swêdê Amina Kakabay re hat lidarxistin.

Di civînê de rewşa siyasî Sûriyê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin. Her wiha berpirsê Swêdê da zanîn ku hikumeta Swêdê piştevaniya Rêveberiya Xweser dike. Li gel wê jî parlamentera Swêdê Amina Kakabay piştevaniya xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan da û got, ew ê her tim dengê Rêveberiya Xweser bigihîne parlamentoyê.

Li ser banga seroka navenda Ulf Palme Anna Sundstrom civînek di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û seroka navenda Ulf Palme de hat lidarxistin. Di civînê de rêbazên avakirina hevkarî û alîkaridayîna bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna xebateke hevbeş a demdirêj hatin nîqaşkirin.

(fr)