Rêxistina Mafên Mirovan: Dewleta Tirk nifşek bi tevahî ji perwerdeyê bêpar hiştiye

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nifşek bi tevahî ji perwerdehiyê bê par hiştiye.

Rêxistina Mafên Mirovan: Dewleta Tirk nifşek bi tevahî ji perwerdeyê bêpar hiştiye
20 mijdar, 2021   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN  

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka rêxistinê Evîn Cûma ve li ber navenda rêxistinê ya li Qamişloyê bi amadebûna endamên rêxistinê û hiqûqnasan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Zarokatiya ku Neteweyên Yekbûyî di Danezana Mafên Mirovan de hatiye ragihandin, ji ber şeran di rojên xwe yên herî xirab re derbas dibe."

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Dagirkeriya Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de êrişî Efrînê kir, piştre jî di 18'ê Adara 2018'an de rasterast Efrîn dagir kir û çawa êrişên rasterast bandor li ser armancan li gorî qanûnên navneteweyî kir, wekî cihên ku bi taybetmendiya wan bi hebûna zarokan tên naskirin wekî dibistan û nexweşxaneyam, ji Efrînê dest pê kir û bi Girê Spî û Serêkaniyê re bi dawî bû. Di encama şewitandin, kuştina bi çekên kîmyewî yên qedexe, revandin, bazirganîkirin, leşkerkirin, destgîrkirin, girtin, koçberkirin, îşkence û bêparkirina ji hemû mafên ku li ser asta navneteweyî hatine diyarkirin, bi taybet mafê perwerdeyê."

Her wiha hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nifşek ji perwerdehiyê bê par hiştiye.

Rêxistina Mafên Mirovan piştrast kir ku mafên zarokan pêwîstî bi parastineke taybet heye û got: "Em careke din tekez dikin ku mafên zarokan pêwîstî bi parastineke taybet heye û pêwîstî bi berdewamiya başkirina rewşa zarokan bê cudahî, her wiha mezinkirina wan heye. Ji ber bandora berfireh a şeran li ser zarokan û encamên demdirêj ên vê rewşê ji bo domdariya aştî, ewlehî û pêşketinê metirsîdar in. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên ku bi zarok û zarokatiyê re eleqedar dikin ku erka xwe ya li ser tiştên ku li Sûriyê qewimîne û diqewimin ji ber êriş, dagirkerî, guhertina demografiyê, paqijkirina etnîk, sûcên li dijî mirovahiyê, teror û sûcên şer bi cih bînin, da ku gel baweriya xwe bi rola van rêxistinan winda neke."

(dx)