‘Piştî çend salan bi milyonan gelê Sûriyê rastî aloziya avê tê’

Di raporeke amerîkî de hate gotin ku piştî çend salên zehmet di ser gelê Sûriyê re derbas bûn, niha rastî aloziyên din tên ku nikarin ava vexwarinê peyda bikin û ewlehiya xwarinê nemaye.

‘Piştî çend salan bi milyonan gelê Sûriyê rastî aloziya avê tê’
20 mijdar, 2021   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Dengê Amerîkayê ku ji dema ku şerê navxweyî derbasî sala xwe ya 10`emîn bûye û zêdetirî nîvê niştecihên welat bi darê zorê koçber bûne, bi milyonan gelê Sûriyê rastî aloziyeke nû tên, ew jî ku ava vexwarinê nikarin peyda bikin.

Li gorî rapora Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 21`ê Cotmehê, hê jî gelê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê nikarin têra xwe bigihêjin çavkaniyên ava vexwarinê.

Her wiha gihîştina 5.5 milyon sûriyan ji çavkaniyên avê yên ava Firatê re jî bi metirsiyan re rû bi rû ne û ev jî ji ber ku rêjeyên avê ji Çileyê ve kêm bûne.

Li gorî rapora NY`yê ku di Îlonê de derketiye, kêmbûna avê girêdayî kêmbûna baranê û rêjeyên germahiya bilind e. Hin pisporan jî got xetereya rewşa li Sûriyê sedema wê heta asteke mezin bandorên guhertina hewayî li herêmê ye.

(bx)