Yekitiya Mamosteyan: Kiryarên PDK`ê li dijî mîrasa têkoşîna Kurdan in

Yekitiya Mamosteyan diyar kir ku PDK xiyanetê li mîrasa têkoşîna Kurdan a li hemberî hêzên mêtinger dike. Her wiha bang li PDK`ê kir ku rêzê ji cenazeyên şehîdan re bigire û wan radestî malbatan bike.

Yekitiya Mamosteyan: Kiryarên PDK`ê li dijî mîrasa têkoşîna Kurdan in
20 mijdar, 2021   12:24
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li dergeha Sêmalkayê didome.

Îro Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana çalakiyê kir. Endamên yekitiyê ber bi dergeha Pêşxabûr ve meşiyan û banga radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî kir.

Di meşê de bi navê yekitiyê endamê rêveber Diyar Silêman daxuyaniyek da. Silêman siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin.

Silêman got: “Kengî dewleta Tirk bikeve tengasiyê, êrişî destkeftî û sivîlan li hemû parçeyên Kurdistanê dike. Derveyî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan bi dronan sivîlan dike hedef û çekên kîmyewî bi kar tîne.”

Diyar Silêman hedefgirtina gerîla ji aliyê hêzeke Kurd ve şermezar kir û kiryarên PDK`ê wek xiyanet bi nav kirin û bang lê kir ku rêzê ji şehîdan re bigire û cenazeyên wan radestî malbatan bike.

Sibê şêniyên kantona Hesekê dê tev li çalakiya konvedanê bibin.

(şx)

ANHA