​​​​​​​Lloyd Austin: Em ê piştgiriya hevalbendên li Rojhilata Navîn bidomînin

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin bal kişand ser berdewamiya piştgiriya hevalbendên wan ên li Rojhilata Navîn û tekezî li ser şerê li dijî terorê kir û got "Em ê li Iraq û Sûriyê piştgiriya hevkarên xwe bidomînin."

​​​​​​​Lloyd Austin: Em ê piştgiriya hevalbendên li Rojhilata Navîn bidomînin
20 mijdar, 2021   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin îro got welatê wî dê piştgiriya hevalbendên li Rojhilata Navîn ji bo parastina ewlehiya wê bidomînin. Her wiha piştrast kir ku têkoşîna li dijî terorê û parastina rêyên keştiyan ji girîngiya ewlehiya herêmê ne.

Lloyd Austin got: "Eger were xwestin em ê hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn zêde bikin û pabendiya me bi hevalbendên li Rojhilata Navîn re berdewam e û nayê guhertin."

Lloyd Austin di Foruma Diyalogê ya li paytexta Behreynê Manamayê de got: "Pabendbûna me bi ewlehiya Rojhilata Navîn xurt e û em ji bo bihêzkirina xeta li dijî Îranê dixebitin.”

(dx)