Bergiriyên DYA’yê ji bo kêmkirina rageşiya Rûsyayê bi Ukraynayê re

Washington bang li Moskovê kir ku rageşiya bi Ukraynayê re sivik bike. Li aliyekî din senatorê amerîkî Robert Menendes reşnivîsa qanûnekê pêşkêş kir ku cezayên giran li ser Rûsyayê ferz dike heke Rûsya êrişî Ukraynayê bike.

Bergiriyên DYA’yê ji bo kêmkirina rageşiya Rûsyayê bi Ukraynayê re
20 mijdar, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

 Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) metirsiyên xwe ji ber sewqiyatên leşkerî yên Rûsyayê yên li nêzî sînorên Ukraynayê anîn ziman û bang li Moskovê kir ku rageşiyê zêde neke.

Berdevka Koşa Spî Jen Psakî got: “Washingtonê rasterast metirsiyên xwe der barê sewqiyatên leşkerî yên Moskovê rave kirin.”

Li gorî tora El-Eyn a nûçeyan, Psakî wiha domand: “Em ji ber tevgerên leşkerî yên Rûsyayê û zimanê hişk ku li hemberî Ukraynayê bi kar tîne, bi fikar in.”

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky jî got: “Derdora 100 hezar leşkerên Rûsyayê li nêzî sînorên me hene. Me agahiyên têkildarî sewqiyatên Rûsyayê yên li ser sînor bi şirîkên xwe yên rojavayî re parve kirin.”

Girêdayî heman mijarê, serokê komîteya kar û barên navneteweyî ya Kongreya Amerîkayê, reşnivîsa qanûnekê pêşkêş kir ku li gorî wê heke Rûsya destwerdana Ukraynayê kir, dê cezayên tund lê bên ferzkirin.

(şx)