Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk de şer rû da

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk de li eniya Hentûtîn a li çiyayê Zawiye yê Idlibê, şer rû da. Çeteyên dewleta Tirk herêmên li Corîn ên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de li rojavayê Hemayê kirin armanc.

Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk de şer rû da
20 mijdar, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên dewleta Tirk de, bi çekên giran li Hentûtîn a li çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê şer çêbû.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk di roja duyemîn de herêmên Corîn ên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El-Mûbîn îro li gundê Dêr Sunbul ê li ojavayê bajarê Mearet El-Nûman, pev çûn.

Çeteyên dewleta Tirk duh bi roketan êrişî bajarokê Corîn a di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de kiribû.

(dx)