ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2021
20 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan ji PDK'ê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdara eşkere dike. Daxuyanî li parka Şehîd Hevrîn Xelef a bajarê Reqayê tê xwendin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi heman amrnacê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê daxuyaniyekê dide û belavokan bilav dike.  Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê Navenda Parastina Zarokan a bajarê Hesekê daxuyaniyekê dide, her wiha pêşangeheke wênexêzên zarokan vedike, saet 11: 00' an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundê Dirdara yê dikeve bakurê bajarê Til Temirê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mînaka berxwedanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina bi navê Emîne Osman di payîza sala 1997'an de, bi rêber Abdullah Ocalan re civiyabû û bi van gotinan wan kêliyan bi bîr tîne: "Ew roj ji bîra min naçe. Rêbertî hêviya dîtina welatek û gelekî azad di dilê min de çand, gotinên wî rihê berxwedanê li gel min xurt kir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cara yekemîn e navendeke bi navê Piştgirî û Hevkariya li gel Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê damezrandin. Serdar Saadî endamê Desteya Rêveber a navendê diyar kir ku yek ji armancên vekirina navendê pêşxistina master û lîsansa bilind di zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- “Heke çeteyên Leşkerên Roj dev ji piştgiriya dagirkeriya Tirk bernedin, dê dîrok wan rûreş bike û lenetê li wan bîne û dê bibin dijminên sereke yên Kurdan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Tevgerên ereban ên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re di qada siyasî û ragihandinê de cihekê girîng girt. Li bermaberî van tevgera Amerîkayê bi fikar e û van normalîzekirina qebûl nake. Gelo wê normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re bighêje ku derê?, her wiha girêdana van têkiliyan bi Îsraîlê re çi ye û armacnên wê çi ne? (BI WÊNE).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo diyar kir ku binkeftinên dewleta Tirk ên di qada hundirîn û herêmî de dê bibin sedema hilweşandina rejîma wê. Bedran Hemo her wiha îşaret pê kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûyê qirêj ê dewleta Tirk eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê eşkere dikin. Daxuyanî li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo tê xwendin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê, Mîhrîcana 5'emîn a Osman Sebrî ya Wêjeyî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand  û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 14:11'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA