Gundên Şêrawayê tên topbarankirin- HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêrawayê topbaran dikin.

Gundên Şêrawayê tên topbarankirin- HATE NÛKIRIN
19 mijdar, 2021   20:17
ŞEHBA

Piştî Şêrawa û Til Rifetê, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Birc Qas, Meyasê, Hirşê, Soxanekê û kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Agahiyên li ser ziyanên topbaranê nehatin zanîn.

Topbaran berdewam dike.

ANHA