Bedran Hemo: Rejîma Tirk ber bi hilweşînê ve diçe

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo diyar kir ku binkeftinên dewleta Tirk ên di qada hundirîn û herêmî de dê bibin sedema hilweşandina rejîma wê. Bedran Hemo her wiha îşaret pê kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûyê qirêj ê dewleta Tirk eşkere kir.

Bedran Hemo: Rejîma Tirk ber bi hilweşînê ve diçe
20 mijdar, 2021   00:38
HELEB-MIHEMED EBDO

Têkildarî armanc û bandora êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Rojhilata Navîn , endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedran Hemo ji ANHA`yê re axivî.

ꞌBI SAYA BERXWEDANA ME CÎHANÊ RASTÎ NAS KIRꞌ

Bedran Hemo da zanîn ku gelê Kurd di şexsê şervanên xwe de, rêya berxwedan û têkoşînê hilbijart, da artêşa Tirk ji hemû parçeyên Kurdistanê derxin.

Bedran Hemo destnîşan kir ku berxwedana gelan bandor li raya giştî ya cîhanê kir û got: "Ji ber ku rastî derxistin holê, di heman demê de serkeftina li dijî faşîzma Erdogan û artêşa wî ye."

ꞌÊRIŞ BI ARMANCA DERXISTINA ALOZIYÊN HUNDIRÎN INꞌ

Bedran Hemo ev li gotina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk welatiyên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê bi balafirên bêmirov dike hedef, ev jî isbat dike ku dîroka dewleta Tirk tije xwîn e. Ev ne cara yekemîn ku Tirkiyê balafiran bi kar tîne."

Hemo li ser şehîdxistina kesayetê welatparêz Yusif Gulo û her du neviyên wî, sersaxî ji hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.

ꞌGEREK RÛSYA JI BO DIYALOGAN TEV BIGEREꞌ

Derbarê bêdengiya dewletên qaşo li Sûriyê garantor in de, Hemo ev nirxandin kir: "Bêdengiya dewletên garantor êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê rewa dike, ev jî tê wateya ku aliyên bêdeng hevkarên wan sûcan in. Şerm e ku ev dewlet li dijî gelê hevgirtî bisekinin û hevkariya dewleteke faşîst wekî dewleta Tirk a dagirker bikin."

Hemo diyar kir ku  Rûsya dixwazin zextê li Rêveberiya Xweser bike û got: "Texmîn dike ku wê karibe me ji rêgezên  ku ji destpêka damezrandinê ve ragihandine, dûr bixe."

Têkildarî nêzîkatiyên hikumeta Şamê bi Enqereyê re Bedran Hemo wiha axivî: "Mirov nikare daxuyaniyên Tirkiyê wekî nîşaneya rewa ya têkiliyan bibîne, mînak; Tirkiyê li pêşberî cîhanê îdia dike ku li dijî hikumeta Şamê ye, lê di heman demê de bi rêya sîxurên xwe diyalogên bi hikumeta Şamê û Rûsyayê re li dar dixe, her wiha hemû tawîzan jî dide da projeya demokratîk bi dawî bibe, lê dîsa jî em ê bimînin û li ber xwe bidin, ji ber ku fikireyên me çandine cihê xwe girtin."

Bedran Hemo got, li şûna ku Rûsya li ser hesabê doza sûrî peymanan mohr bike gerek ji bo lidarxistina diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, tev bigire û zemînekî guncaw çêke.

Bedran Hemo wiha axaftina xwe dewam kir: "Heke hemû hêzên faşîst ên cîhanê li pêşberî projeya me bibin destek jî, em ê teslîm nebin, ji ber ku berxwedan ji bo bersivdayîna êrişên wiha hatiye afirandin. Li ser vê yekê divê hemû pêkhate li dijî dewleta Tirk a dagirker bi destek bin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo îşaret bi binketina dewleta Tirk a li Yemen, Lîbya, Misir û hemû dewletên bi rêya çete û Îxwan El-Mislimîn destwerdana wan kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dê ev binketin li tevahiya xaka Sûriyê jî were nîşandan, hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û koçber vegerin warên xwe."

(eh)

ANHA