Dirdara mînaka bexwedana li hemberî êrişên dagirkeran e

Gundê Dirdara yê dikeve bakurê bajarê Til Temirê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mînaka berxwedanê ye.

Dirdara mînaka bexwedana li hemberî êrişên dagirkeran e
20 mijdar, 2021   06:24
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Ji Cotmeha 2019'an ve, dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagirker kir û nêzî navçeya Til Temirê bûne, rojane gundên navçeyê, di nav de gundê Dirdar topbaran dikin.

Gundê Dirdara li ser rêya di nava navçeya Til Temirê û Zirganê de ye, 4 kîlometreyan dikeve bakurê navenda navçeya Til Temirê. Li vî gundî zêdetirî 500 kes lê dimînin.

/ar/uploads/files/2021/11/19/194034_clip0101t01-28kbyr29.webp

Ji ber cihê wê yê stratejîk û nêzîbûna wê ji rêya M4 a di navbera Til Temir û Qamişlo de li aliyê rojhilat û li ser rêya Til Temir û Zirganê ye, gundê Dirdara bûye hedefa tank û topên bê serûber ên dewleta Tirk û çeteyên wê.

Ji Tebaxa borî ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gund zêde kirine. Di encama van êrişan de bi dehan mal, dibistana gund û binsaziya wê hilweşiyan. Ev yek di gelek raporan de hate piştrastkirin.

Li hemberî van êrişan şêniyên gundê Dirdara rêya berxwedanê û mayîna li gund pejirandin. Hejmareke kurt ku malên wan bi temamî ji ber êrişan hilweşiyan, koçber bûn.

/ar/uploads/files/2021/11/19/194012_jmah-alfars.webp

Welatiyên ku li gund mane li hemberî êrişan û bermahiyên topên ku hîna neteqiyane rû bi rû mane û li ber xwe didin.

Cûma Nasir El-Faris bi van gotinan rewşa trajedîk a li gundê wesif dike: "Rewşa gundê me pir trajedîk e, êriş berdewam in,  dagirker û çeteyên bê serûberên bi dehan topan davêjin. Li gundê ku tije xelk e, derdora 100 topên neteqandî hene."

El-Faris diyar kirin ku ciwanên gund bernameyên moşek û topên ku hîna neteqiyane ji malan derdixin û di çemê Zirganê yê nêzî gund kom dikin û got:"Tevî xeteriya van bermahiyan, lê em hewl didin malbat û zarokên gund biparêzin ji ber ku mayîna van bermahiyan di malan de xeter e."

Cûma Nasir El-Faris bal kişand ser girêdana şêniyên gund bi xaka xwe ve û wiha domand: "Ev gundê me ye û ev mal û milkên me ne, em ji kesekî re nahêlin. Li hemberî hemû êrişan em li ber xwe didin."

El-Faris diyar kir ku dema topbaran dest pê dike diçin cihên ewle, piştî ku kêm dibe dîsa vedigerin malên xwe. El-Faris bang li rêxistinên têkildar kr ku erka xwe bi cih bînin, êrişên li ser gund rawestînin da ku şênî bi ewlehî bijîn.

)eh(

ANHA