​​​​​​​Hewldanên tirkkirina herêmê… dagirkeriya Tirk li Racoyê dibistanek vekir

Bi armanca tirkkirina herêmê û ferzkirina çand û zimanê tirkî, dewleta Tirk a dagirker li navenda navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî dibistanek vekir.

​​​​​​​Hewldanên tirkkirina herêmê… dagirkeriya Tirk li Racoyê dibistanek vekir
19 mijdar, 2021   13:03
ŞEHBA

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê, ferzkirina çand û zimanê tirkî li gund û bajarokên Efrînê yên dagirkirî de, dewleta Tirk a dagirker li navenda navçeya Racoyê bi armanca tirkkirina herêmê dibistaneke zimanê tirkî vekir.

Her wiha çavkaniyên herêmî ragihand ku dagirkeriya Tirk li Efrînê pereyê Tirkiyê ferz dike, wêneyên Erdogan dadiliqîne, zimanê tirkî li dibistanan ferz dike û navend û rêyên sereke li gorî dîzayna bajarên Tirkiyê çêdike.

(cx)

ANHA