Tevgera Xwendekarên Demokratîk konferansa xwe li dar xist

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Cizîrê yekemîn konferansa xwe bi beşdariya hezar delegeyan li dar xist.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk konferansa xwe li dar xist
19 mijdar, 2021   13:37
QAMIŞLO

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Cizîrê, yekemîn konferansa xwe bi dirûşma “Em ê bi ciwantî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin, şoreşa xwe ava bikin” li Hola Mûsa Anter a li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna hezar delegeyan li dar xist.

Di konferansê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan jî amade bûn. Endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Harûn Apoyî axivî û lidarxistina konferansa yekemîn li xwendekaran pîroz kir û destnîşan kir ku di van demên dawî de kesayetên navdar ên cîhanê banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin.

Harûn Apoyî bal kişand ser berxwedana HPG`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hember wê berxwedanê têk diçe. Harûn Apoyî destnîşan kir ku di sala 2014`an de hêzên desthilatdar li Kobanê bi DAIŞ`ê xwestin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bidin destpêkirin.

Di konferansê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî got: “Zanist pêwîstiyeke mirovahiyê ye da ku mirov bikare azad bibe, her wiha daxwazên xwe û yên gelê xwe pêk bîne.”

Aldar Xelîl bal kişand ser rewşa heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û da zanîn ku niha gelê herêmê di qonaxa hebûn û tunebûnê de ne. Li aliyekî hikumeta Şamê nasnameya wan înkar dike û li aliyê din dewleta Tirk a dagirker dagirkirinê dike û got: “Em daxwaza Sûriyeke demokratîk dikin, em dixwazin hemû pêkhate bi awayekî azad li kêleka hev bijîn.”

Aldar Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker Sûriyeke demokratîk qebûl nake û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk dixwaze Sûriye wiha bimîne, ji ber ev talan têk biçe dê nekare dagirkirina xwe dewam bike. Dijminê me yê sereke dewleta Tirk e. Dewleta Tirk dixwaze Sûriyê ji nexşeya cîhanê derxe, ji ber wê pêwîstiya me bi hevgirtina gelan heye. Her wiha pêwîstiya me bi hevpeymaneke bi Şamê jî re heye.”

Aldar Xelîl wiha lê zêde kir: “Divê em li hember dagirkirinê bibin yek, em li hêviya hêzeke derve nemînin ku welatê me ji me re biparêze.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî wiha axivî: “Zimanê me qedexe bû, dema ku ziman bê qedexekirin kesayeta mirov jî namîne, dema mirov bi zimanê xwe dixwîne ji xwe bawer dibe. Me di xwendina xwe ya bi zimanê erebî de her tişt ezber dikir, wê demê tu bandora wê xwendinê li ser me tune bû.”

Foza Yûsif destnîşan kir ku niha rewşa ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mîna berê ye, di her qadê de serbest in û got: “Hûn azad dijîn, yek ji hîmê azadiyê avakirina kesayetiyê ye.”

Piştî axaftinan sînevîzyoneke der barê kar û xebatên Tevgera Xwendekarên Demokratîk û nirxandinên rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Dûre rapora salekê ya tevgerê bi erebî û kurdî hat xwendin, rêziknameya tevgerê jî hat xwendin û hate nîqaşkirin. Di dawiyê de hilbijartin çêbûn.

 (sb)

ANHA