Di Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî de: Şoreşa jinan şoreşa edaletê ye

Di axaftinên Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya 3`yemîn de bang li hemû jinan hat kirin ku li ser bingeha edaletê bi fikrê jina azad xwedî li doza şehîd Hevrîn Xelef û doza jinên li herêmên dagirkirî, derkevin.

Di Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî de: Şoreşa jinan şoreşa edaletê ye
19 mijdar, 2021   12:44
QAMIŞLO

Vê sibehê Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan a herêma Cizîrê ya 3`eymîn li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo dest pê kir.

Di destpêka konferansê de endama rêveberiya Meclisa Jinan a Edaleta Civakî Aynûr Paşa axivî.

Aynûr Paşa piştrast kir ku li hemberî êriş û gefên li dijî herêmê bi taybet ên li dijî jinan, gel li ber xwe da û têkoşiya.

Aynûr Paşa destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî dewleta Tirk a dagirker zilmê li jinan dike, wan dikuje, tecawiz dike û hemû cureyên tundiyê li dijî wan pêk tîne û wiha axaftina xwe domand: “Lê jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe da û heta ku ji wan tê hewl da edalet û azadiyê ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk bînin.”

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif lidarxistina konferansê pîroz kir û wiha axivî: “Lidarxistina konferansê di vê wextê de gelek girîng e. Ji ber ku li hemû cîhanê jin rastî hemû cureyên zilmê û tundiyê tên. Qanûnên li ser jinan tên ferzkirin li dijî azadiya wê û edaletê ye. Ji ber ku ew qanûn bi piranî li ser fikrê kapîtalîst ê zihniyeta baviksalar hatine danîn.”

Foza Yûsif wiha berdewam kir: “Li dijî gelê me hemû rêbazên qirkirinê tên kirin. Lê jin her tim bûye armanca sereke. Li herêmên dagirkirî û li pêşiya çavên civata navneteweyî, jin tên kuştin û revandin.”

Foza Yûsif diyar kir ku ji ber ku li ser bingeh û rêgezên pergala kapîtalsît hatine damezirandina, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî bêdeng in.

Foza Yûsif Her wiha destnîşan kir ku di hemû warên jiyanê de zilm li jinan tê kirin û wiha axaftina xwe domand: “Ruxmî ku roleke pêşeng di birêvebirina civakê de li ser hemû astan dilîze lê hê jî gelek dewlet jinê wek amûreke bazirganiyê bi kar tînin. Divê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta cîhanê xwedî li doza jinan derkevin û li ser bingeha edaletê û fikrê jina azad têbikoşin.”

ŞOREŞA EDALETÊ

Foza Yûsif daxuyand ku şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa edaletê ye û got: “Hemû saziyên civakî û hiqûqî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûne, encamên têkoşîna jinan e.”

Foza bang li jinan kir ku ji bo pêkanîna jiyaneke civakî li ser bingeha edaletê û azadiya gelan û civakan, têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Foza Yûsif bang li jinan kir ku xwedî li doza şehîdxistina sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û doza hemû jinên li herêmên dagirkirî derkevin û helwestên cidî li hemberî hemû cureyên tundî û zordariyê nîşan bidin.

Di konferansê de payemeke berê ya rêber Abdullah Ocalan ku ji bo jinan şandibû, ji aliyê endama rêveber a Meclisa Jinan a Edaleta Civakî Aynûr Paşa ve hat xwendin.

Tê payîn ku raporên salê yên meclisê, rapora werşeya têkoşîna li dijî tuneiya li ser jinan werin xwendin û nîqaşkirin û di dawiya konferansê de encamnameya dawîn were eşkerekirin.

(şx)

ANHA