​​​​​​​Kongreya Star li Helebê kreşek vekir

Kongreya Star a Helebê ji bo dayikên ku di saziyan de dixebitin, kreşek vekir. Dayikan bi vê gavê kêfxweşiya xwe anî ziman, ji ber ku ne dikarîn zarokên xwe li mal bihêlin û ne jî dikarîn bi xwe re bibin cihê kar.

​​​​​​​Kongreya Star li Helebê kreşek vekir
​​​​​​​Kongreya Star li Helebê kreşek vekir
​​​​​​​Kongreya Star li Helebê kreşek vekir
​​​​​​​Kongreya Star li Helebê kreşek vekir
​​​​​​​Kongreya Star li Helebê kreşek vekir
19 mijdar, 2021   09:10
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Dayika zaroka bi navê Hêlan Ehmed (5), Fîdan Mihemed diyar kir ku zaroka wê ji ber ku pir li ber televîzyonê dimîne, fêrî taybetmendiyên nebaş dibe, her wiha mayîna zaroka wê li mal û mijûlnebûyîna bi wê re, dibe sedem ku zarok xwe nêzî zarokên di temenê xwe de neke.

Hêlan piraniya dema xwe bi tenê di odeya xwe de derbas dike. Vê yekê tirs Ii gel dayika wê çêkir, ji ber vê yekê hewl da ku zaroka xwe ji vê taybetmendiyê xelas bike û bihêle ku ew bi hevalên di temenê xwe de têkiliyên civakî deyne û bi wan re bilîze.

Kreş di avakirina kesayeta zarokan de roleke girîng dilîze. Mêjî xurt dike û meraqa wan çêdike. Her wiha behre, zanyarî û agahiyên pêwîst dide zarokan.

`ZANEBÛN BINGEHA AVAKIRINA ZAROKAN E`

Kreşa Kulîlkên Pêşerojê (Ezhar El-Musteqbel) di 7`ê Tîrmeha 2017`an de ji aliyê Kongreya Star ve li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate vekirin. 100 zarokên ku temenê wan di navbera 4 heta 6 saliyê de ye, di kreşê de ne.

Di kreşê de 4 ref, odeyek ji mamosteyan re û qadek ji bo bikaranîna çalakiyên bêhnvedanê hene.

6 mamosteyên zimanê kurdî, erebî û îngilîzî hene. Zarok Ii gorî bingehên hejmar, tîp û navên rengan têne perwrdekirin. Her wiha du rêveber jî hene.

Fîdan Mihemed kêfxweşiya anî ziman ku keça wê pirsgirêka xwe derbas kiriye û wiha got: "Metirsiyên li gel min hebûn, qediyan. Dan û standina bi wê re hêsan bûye. Ez wek dayik alîkariya wê dikim ku spartekên xwe çêke."

Ji rêveberên kreşê Bêrîvan Ebdo jî têkildarî girîngiya kreşê wiha axivî: "Rola kreşê di kontrolkirina nêzîkatiyên zarokan de û pêşxistina wan di aliyê fikirî û perwerdeyê de, her wiha têkiliya mamoste bi zarokan re bi awayekî hişyar û berpirsyar, pir girîng e."

Kongreya Star beriya 5 salan 2 kreş li Helebê vekirin, yek bi navê Bereaîm El-Musteqbel li taxa Eşrefiyê û ya din jî bi navê Ezhar El-Musteqbel (Kulîlkên Pêşerojê) li taxa Şêxmeqsûd.

Rêvebera kreşa Beraêm El-Mustaqbel ku nêzî 60 heta 70 zarok tê de ne, Şeza El-Terad bal kişand ser zehmetiyên zarokên bi otîzmê ketine û got: "Em bi tedbîr, xurtkirina perwerde û waneyan û zêdekirina têkiliyên bi zarokên derdora xwe re, hewl didin zarokan ji nexweşiyên derûnî rizgar bikin û ji wan re jiyaneke civakî ava bikin.

Her wiha li wir zarok fêrî zimanên kurdî, erebî û îngîlîzî dibin.

Li gorî Şeza El-Terad, hewl didin nifşeke jêhatî biafirînin da ku bi zanistê civakeke bi exlaq bi rê ve bibe.

AMADEKARÎ

Kongreya Star amadekariya vekirina kreşeke din li taxa Şêxmeqsûd dike, piştî ku alavên pêwîst, dep û daniştek û kadroyên pispor ên perwerdeyê amade kirin.

Li ser vê yekê yek ji rêveberên Kongreya Star Zeyneb Îbo got: "Em hewl didin hemû zarokên taxê û bi taybet zarokên ku dayikên wan di saziyan de dixebitin, di kreşê de hembêz bikin."

Têkildarî helwesta dayikan a li hemberî vekirina kreşê ji aliyê Kongreya Star ve, Zeyneb Îbo wiha got: "Daxwaza dayikan a ji bo tomarkirina zarokên xwe di kreşa zarokan de gelekî zêde ye, ji ber ku ev yek ji bo wan sûdewar e û zarokên wan perwerde dike."

(bx-dx)

ANHA