Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir

​​​​​​​Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
19 mijdar, 2021   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê heman serlêdan li Midûriyeta Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê rêber Ocalan bi birayê xwe re axivî. Ev peywendî nîvco hatibû hiştin.