HPG nasnameyên 6 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûne eşkere kirin

HPG'ê nasnameyên 6 hevrêyên xwe yên şehîd eşkere kirin û got: " Hevrêyên me Arjîn, Sozda, Berjîn, Aso, Kûrtay û Kandîl li qada şer her yek ji wan bû destanek azadiyê. Em soz didin ku berxwedana wan lehengan radestî me kiriye, mezin bikin."

HPG nasnameyên 6 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûne eşkere kirin
19 mijdar, 2021   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 6 gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûn ev agahî da:

"7'ê Tîrmeha 2021'ê li nêzî gundê Kêsteyê, di bombardûman artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Arjîn, Sozda, Berjîn, Aso, Kûrtay û Qendîl şehîd bûn. Her 6 hevrêyên me pêşengî ji Berxwedana Cenga Heftanînê re kirin, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Heftanînê bi roleke girîng rabûn û derbên giran li dijmin xistin. Van hevrêyên me li dijî mêtingeriyê ji bilî berxwedanê pîvaneke din qebûl nekirin. Em soza xwe ya ji bo hevrêyên xwe yên leheng dubare dikin ku berxwedana wan ji me re hiştine mezintir bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Arjîn Cizîrî

Nav paşnav. Fatma Turk

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Sahiye-Hamît

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

 

Nasnav: Sozda Vorîn

Nav paşnav: Nûr Kizil

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Cemîl-Mehmet Salîh

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

 

Nasnav: Berjîn Zenda

Nav paşnav: Ayşe Demîr

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Ziyana-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

 

Nasnav: Aso Zagros

Nav paşnav: Melîk Altin

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-Bav: Îrem-Mehmet Raîf

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

 

Nasnav: Kûrtay Bestûn

Nav paşnav: Mûhammed Suphanî

Cihê jidayikbûnê: Kamyaran

Dayik-Bav: Vîda-Vahîd

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

 

Nasnav: Kandîl Zap

Nav paşnav: Şervan Îbrahîm Mehdî

Cİhê jidayikbûnê: Amûdê

Dayik-Bav: Selva-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

 

Hevrêyên me Arjîn, Sozda, Berjîn, Aso, Kûrtay û Kandîl bi sekna xwe ya bi pîvan a li nava jiyanê, bi tevlîbûna wêrekî û fedakar a li qada şer her yek ji wan bû destanek azadiyê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê serketina ku van lehengan radestî me kirine teqez pêk bînin."