Krîzên Kendavê… di navbera nêzîkbûna ji Şamê û dûrketina ji Lubnanê de

Dijminatiya Kendavê bi Hizbullah û Îranê re li ser qada Lubnanê gur dibe. Li aliyekî din jî nêzbûna Îmaratê ji hikumeta Şamê re eşkere dibe. Gelo ev geşedan dê bi xwe re çareyekê ji krîza dawî ya Lubnanê re bîne û ev çare dê hikumeta Lubnanê jî bigire nava xwe?

Krîzên Kendavê… di navbera nêzîkbûna ji Şamê û dûrketina ji Lubnanê de
19 mijdar, 2021   08:32
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Di cîhana siyasetê de gelek guhertin çêbûne, bi salan têkiliyên hatibûn qutkirin û di vê dawiyê de ji nû ve deriyên veger û vekirinê çêbûn. Paytextên welatên Ereban ên mezin ku paytextên biçûk hembêz dikirin, hevrikî li ser xetên germ çêbûn. Ev rewşa hunera krîzên nû li herêma Ereban e, di navbera nêzbûna ji Şamê û dûrketina ji Lubnanê de ye.

Di demekê de ku têkiliyên Lubnan û dewletên Kendavê di nava krîzeke dîplomasiyê de ne, Îmarat li hikumeta Şamê yan jî hikumeta Şamê li Ebû Zabî vedigere. Atmosfêra sar di navbera her du aliyan de, Kendavê bi dawî kir û ji nû ve têkiliyên Kendavê yên bi nûnertiya Îmaratê ber bi piştgiriya Beşar El-Esed ve diçin û li hember jî Lubnan ji derdora xwe ya erebî ya Kendavê tê îzolekirin.

Lê belê pirs ev e; gelo Lubnan bi têkiliyên Îmaratê ya bi Şamê re bandor dibe? Têkildarî vê yekê nivîskar û rojnamegerê lubnanî Munîr Rebî wiha got: "Bûyerên li herêmê diqewimin di aliyê stratejîk de  bandorê li Lubnanê dike. Lubnan bi awayekî xurt bi pêşdeçûna rewşa Sûriyê ve girêdayî ye. Her wiha têkiliya Îmaratê bi Sûriyê re dê piştre dê bandorê li Lubnanê jî bike. Ji ber çi pêşdeçûnek li Sûriyê çêbibe dê bandorê li Lubnanê jî bike. Herî dawî, hilweşîna aborî ya Lubnanê ji ber bandorbûna wê bi hilweşîna Sûriyê bû."

Li ser faktorên têkiliya Îmaratê ya ji nişke ve û bi tirs bi Şamê re û piştî gotinên wê yên tûj li dijî Şamê ku ragihandinê bi deng, wêne û gotin belge kir, Rebî di wê derbarê de dibêje: "Nêrîna li ser têkiliyên Îmaratê bi Şamê re, girêdayî kêmkirina serweriya Îranê li Şamê heye ye yan jî li pişt wê hevkariya Îmarat, Rûsya û Îsraîlê heye da ku Beşar El-Esed ber bi aramiyeke demdirêj ve bibin. Da ku ewlehiya Îsraîlê li hember jinûve piştgiriya El-Esed biparêzin. Ji vê hevkariya rûsî û îmaratî her du alî dikarin roleke bingehîn di pêşerojê de li Lubnanê bilîzin, çi bi rêya hikumeta Şamê yan jî hin hevalbendên wê. Ew jî li dijî berjewendiya Hizbullah a stratejîk e."

Rebî wiha lê zêde kir: "Lê belê ez bi xwe ne bi vê nêrînê re me, ji ber şert û mercên îro ji rewşa 1976’an cuda ye ku hikumeta Şamê destwerdan li Lubnanê kiriye û di 1990’î de bi erêkirina navneteweyî hat mayîndekirin."

Tiştê teqez ew e ku Lubnan ji xeleka hesabên herêmî nayê dûrxistin. Ji ber pirî caran şirîkekî sereke bû. Di rojên bê de bandorên normalîzekirina têkiliyên welatên Kendavê bi hikumeta Şamê re li ser krîza li Lubnanê eşkere bibin.

Destwerdan û nakokiyên herêmî li ser rewşa Lubnanê li pey hev pêk tên, vê carê jî dewleta Tirk e. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu di serdana xwe ji Lubnanê re got "Dewleta Tirk têkildarî krîza Lubnan û dewletên Kendavê de xemgîn e. Her wiha banga lidarxistina diyalog û dîplomasiyê kir ku nakokiyan çareser bikin.

Di aliyê dîplomatîk de, xuya ye ku serokê Lubnanê Mîşel Ewn hewl dide bi rêya Qeterê ber bi pêş ve bibe. Li gorî çavkaniyan, dê Ewn di dawiya vê mehê de tevî şandiyekê serdana Dewhayê bike ku beşdarî vekirina çalakiyên werzîşê bibe. Dê bi vê serdanê re hevdîtinên siyasî li dar bixe. Ev hevdîtinên girîng di demên xwe de digel krîza di navbera Lubnan û gelek dewletên Kendavê de, di serî de jî Erebistana Siûdiyê heye.

WÊ KENGÎ KRÎZ RAWESTE?

Tu kesî texmîn nedikir têkiliyên sar ên di navbera Lubnan û Erebistana Siûdiyê de bigihînin vê astê. Bi derketixstina serokê hikumeta Lubnanê yê berê Seed El-Herîrî ji bin basikê Riyadê di dirêjahiya salên borî de, lê belê nedihat çaverêkirin ku rewş bi vê rengî xirab bibe û êdî nikaribin biguherînin. Ev encam di aliyê dîplomasî de şoqeke mezin çêkir, di aliyê siyawseta herêmê de jî, Lubnan veguherî qadeke tesfiyekirina bi Îranê re.

Rewşeke girêk e û nayê zanîn ku dê Beyrût tu serkeftinan bi zirarên herî kêm pêk bîne yan na. Weke ku Lubnan li ser erebeyeke Kendavê ye û bi lez diçe û nizane wê kengî bisekine û kîjan rawestgeha dawî ye.

Li ser îhtîmalên serkeftina daketina ji wê erebeyê bi zirarên kêm û bi lez, Mûnîr Rebî ev tişt got: "Krîza Lubnan bi dewletên Kendavê re krîzeke nasnameyê ye. Lê pirsa di vir de gelo dê Lubnan bibe ya erebî yan jî erebiya xwe qebûl nake û dê ber bi hevalbendiyeke rojhilatî yan jî hevalbendiyên kêmnetewe yan jî çi hevalbendiyên siyasî ve biçe ku ew jî ne li gorî nasname û berjewendiya Lubnanê ya dîrokî be."

Rebî wiha berdewam kir: "Heta niha tu axaftinên têkildarî derketina Lubnan ji krîzên bi dewletên Kendavê re tune ne. Tenê ew yek bi xwegihandina lihevkirina siysî ya giştî li herêmê pêkane ku bandorê li Lubnanê bike."

Ji bo ku asta nakokiya îranî-siûdî li ser xaka Lubnanê bilind bibe, dest bi krîza dîplomasî hat kirin. Bi heman navî hejandina dîplomasî û pê re hejandinên pekandinê di nava belgeyên siyasî yên li Lubnanê de berdewam in, bi taybet di hundirê meclisa wezîran de.

Mûnîr Rebî ev tişt anî ziman: "Digel van rewşan dîmena li hember hikumeta Lubnan dê girêktir bimîne. Ji ber Hizbullah beriya lêpirsînerê edlî dozger Tariq Bîtar îstîfa bike, red dike ku di civînên hikumetê de beşdar bibe."

Munîr Rebî wiha dawî li gotina xwe anî: "Heke serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî xwest civînên wezaretê li dar bixe û wezîrê ragihandinê yê hikumeta Lubnanê Corc Qerdahî ma, dê rûbirûyî pirsgirêkeke bingehîn be, wê demê çawa Mîqatî li ser wê erê dike û çawa qebûl dike ku Qerdahî bi xwe biryarên meclisa wezîran bixwîne. Ji ber wê dê krîz kûrtir bibe û tu dane tune ne ku çareyek ji bo krîza hikumetê hebe."

(fr)

ANHA