​​​​​​​Şêxê eşîra Sada: Dewleta Tirk Ereban beriya Kurdan dike hedef

Şêxê eşîra Sada li Sûriyê û Iraqê Şêx Hisên Sada got, dewleta Tikr Ereban beriya Kurdan dike hedef û diyar kir ku eşîrên Ereb xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin kir û amade ne bersiva êrişên Tirkiyê bidin.

​​​​​​​Şêxê eşîra Sada: Dewleta Tirk Ereban beriya Kurdan dike hedef
19 mijdar, 2021   04:10
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Berpirsên dewleta Tirk gefxwarinên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Têkildarî çawaniya bersivdayîna gef û êrişên li ser herêmê, şêxê eşîra Sada li Sûriyê û Iraqê Hisên Sada ji ANHA'yê re axivî.

'DEWLETA TIRK SÛRIYÊ Û IRAQÊ WEKÎ HERÊMÊN XWE DIBÎNE'

Şêx Hisên Sada got: "Gefên Tirkiyê ne nû in, heger em hinekî vegerin, ji dema Peymana Mîsaqa Millî ve di sala 1923'yan de û ji ber binkeftina Tirkiyê di wê demê de, li gorî îdiayên wê dev ji van herêman berda."

Hisên Sada diyar kir ku Tirkiyê hewl dide "Mîsaqa Millî" zindî bike û wiha domand: "Diyar e ku Tirkiyê sînorê xwezayî yê Sûriyê ku çiyayê Toros e, ji bîr kiriye. Gefên wê ji bo sûdwergirtina ji rewşa herêmê ye."

'HER ÊRIŞEKE NÛ WÊ BI BERXWEDANEKE MEZIN RÛ BI RÛ BIMÎNE'

Şêx Sada bi domdarî got: "Ma bi rastî dikarin herêma me dagir bikin? Qet nikarin. Bi hemû rêbazan hewl didin erêkirina Rûya û Amerîkayê bigirin da ku bi çeteyên xwe yên ji nasnameyên sûrî şer me bikin. 35 hezar çete bi çek kirine û niha wan kom dikin da ku êrişî herêmên me bikin."

Şêx Hisên Sada diyar kir ku her êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin wê bi berxwedaneke xurt rû bi rû bimîne û wiha axaftina xwe dewam kir: "Tirkiyê niha di krîzeke  aborî û siyasî de ye, bi van gefan hewl dide xwe ji krîzê rizgar bike. Şerê ragihandinê yê Tirkiyê li hemberî me hêz û îsrara me ya li ser berxwedan û têkoşînê xurtir dike."

'DIVÊ HER KES ÇEK RAKE Û WEKÎ GELÊ ŞOREŞGER PARASTINÊ BIKE'

Têkildarî bersivandina êrişan şêx Hisên Sada got: "Parastin ne tenê hêzên leşkerî eleqedar dike. Lê divê her kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şerê gelê şoreşgerî bibin û destekê bidin hêzên xwe."

'DIVÊ EM HERÊMÊN DAGIRKERÎ RIZGAR BIKIN'

Şêx Hisên Sada banga xurtkirina têkoşînê ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî kir û got: "Erkekî mezin li ser milê ye, ev erk rizgarkirina herêmên dagirkirî ye, divê em çek rakirin. Çavên me li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab û Cerablusê dinêre."

'TIRKIYÊ ŞERÊ EREBAN BERIYA KURDAN DIKE'

Şêx Hisên Sada bal kişand ser sûcên Tirkiyê yên li bajarê Efrîna dagirkirî û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Şêniyên me yên li Efrînê koçber kirin û çeteyên sûrî li malên wan bi cih kir. Çawa sûriyek li mala sûriyekê bi cih dibe û dizane ku ew sûrî rastî kuştin û koçberiyê hatiye. Lê ew ne sûrî ne, sûrî bi merdbûn û exlaqê xwe tên naskirin."

Şêx Sada destnîşan kir ku dewleta Tirk tevahî pêkhateyên herêmê dike hedef û da zanîn ku Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê şêxê eşîra Bobenda ya Ereb revandin, gel qetil kir û eşîra Omeyrat a Ereb koçber kirin. Şêx Hisên Sada anî ziman ku Tirkiyê Ereban beriya Kurdan dike hedef.

'EM BI ZAROKÊN XWE BAWER IN'

Şêx Hisên Sada îşaret pê kir ku ciwanên eşîrên Ereb xwe di nava QSD'ê de bi rêxistin kirine û got: "Em pişta xwe didin zarokên eşîran, em bi hêza wan a parastin û lehengiya wan bi birazyên xwe re ya di şer de, bawer in."

'DIVÊ YEKITIYA EWROPA, AMERÎKA Û RÛSYA BERSIVA QENC BIDE GELÊ HERÊMÊ'

Şêx eşîra Sada, Hisên Sada bang li Yekitiya Ewropa, Amerîka û Rûsiyayê kir ku bersiva qenc bide gelên herêmê ku cîhan parast û şerê terora DAIŞ'ê kir û dewleta Tirk ji ber sûcên wê li gorî qanûnên navneteweyî muhasebe bike.

ANHA