Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-3

Malbatên çeteyên Roj beşdarbûna zarokên wan di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî HPG`ê de ji aliyê PDK`ê ve, şermezar kir û bang li zarokên xwe kir ku çekan deynin û vegerin cem malbatên xwe.

Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-3
19 mijdar, 2021   01:51
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

`Yên piştgiriya dijmin dikin, dijminên me ne`

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çeteyên Roj tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê kirin. Gelê Kurd kiryarên PDK`ê wek xiyanet bi nav kir, dewleta Tirk jî wekî dijminê sereke yê gelê herêmê pênase kir.

Di vê beşî de me hevdîtin bi malbatên çeteyên Roj re; Ramadan Emîn Şakir, Şiyar Elî Ehmed, Samî Hemze Salih Ilyas, Mistefa Mihemed Sidîq Îbrahîm û Basil Nezîr Ramadan Xelîl çêkirin. Malbatan tevlêbûna zarokên wan di êrişên li dijî HPG`ê de red kir.

‘EZ QEBÛL NAKIM BIRAYÊN ME ÇEK LI HEMBERÎ HPG`Ê RAKIN’

Emîn Mihemed Emîn Şakir, ji şêniyên bajarê Qamişlo ye. Birayê wî Ramadan Emîn Şakir ê 24 salî  ye ku ev 7 salin di nav çeteyên Roj de ye.

Emîn, piştrast kir ku dijminê sereke yê gelê Kurd û herêmê dagirkeriya Tirk e û wiha domand: “Dewleta Tirk êrişî bajarên me kir û ciwanên me kuştin. Wê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.  Hevkariya her hêzeke Kurd bi dewleta Tirk re xiyanet e. Ez tu carî qebûl nakim birayê min piştgiriyê bide êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî HPG`ê. Em qebûl nakin şerê birakujiyê çêbe.”

Mihemed Emîn, anî zimanî ku ew xemgîn e ji ber ku PDK`ê çeteyên Roj tev li êrişên dewleta Tirk ên li dijî HPG`ê kirine û got: “Divê em di destê tu kesî de nebin amûr. Divê em axa xwe biparêzin.”

Mihemed Emîn, destnîşan kir ku dem bi dem bi birayê xwe re diaxive û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Min ji birayê xwe re got divê çek li hemberî HPG`ê raneke. Ez bang li wî û hemû Pêşmergeyên Roj dikim ku vegerin warên xwe û gelê xwe yê li vir biparêzin.”

‘WÊ XETA ÇETEBÛNÊ BERDE’

Apê Ramî Ciwan Ehmed, bi navê Şiyar Elî Ehmed (27) ji 7 salan ve di nava çeteyên Roj de ye. Ramî Ciwan Ehmed, diyar kir ku destekdayîna dewleta Tirk bi awayekî eşkerê tê wateya dijminatiya gelê Kurd û bang li apê xwe kir: “Dev ji xeta çetebûnê berde, vegere bajarê xwe û bajarê xwe biparêze. Çima tu li ser şopa dewleta Tirk dimeşî?”

Hemze Salih Ilyas, ji şêniyên Qamişlo ye. Kurê wî Samî Ilyas ji 8 salan ve tev li çeteyên Roj bûye. Hemze, bi tundî hevkariya çeteyên Roj bi dewleta Tirk re, tevlêkirina kurê wî di êrişên dewleta Tirk ên li dijî HPG`ê de red kir û got: “Ev tiştekî şaş e. Divê vegerin warên xwe. Çek deyne û vegere warê xwe.”

`EM QEBÛL NAKIN KU KURÊ MIN ŞERÊ GELÊ XWE BIKE`

Mihemed Sidîq Îbrahîm, jî tevlêkirina PDK`ê ya çeteyên Roj di êrişên li dijî HPG`ê de şermezar kir.

Kurê Mihemed Sidîq, Mistefa ji beriya 8 salan ve di nava çeteyên Roj de ye. Têkildarî mijarê Mihemed got: “Heke kurê min tev li êrişên dewleta Tirk ên li dijî HPG`ê bikin, wê kurê min şer neke û dê çek deyne. Em qebûl nakin ku kurê min li hemberî gelê xwe şer bike.”

Mihemed Sidîq diyar kir ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û yên ku hevkariya dijmin dikin jî li dijî gelê xwe ne û wiha berdewam kir: “Yên piştgiriya dijmin dikin, dijminên me ne.”

Kurê Nezîr Ramadan Xelîl bi navê Basil (27) di nava Pêşmergeyên Roj de ye. Nezîr destnîşan kir ku qet qebûl nake ku kurê wî cihê xwe di êrişên li dijî HPG`ê de bigire û got: “Yê ku vê yekê qebûl dike dijminê Kurdan e, ne Kurd in.”

(şx)

ANHA