Şêniyên Zirganê: Li dijî dagirkeran berxwedan xeta me ye

Şêniyên navçeya Zirganê destnîşan kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê her tim li ber xwe bidin û got: "Ruxmî êrişên rojane, em li ser xaka xwe ne."

Şêniyên Zirganê: Li dijî dagirkeran berxwedan xeta me ye
19 mijdar, 2021   06:29
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane navçeya Zirganê topbaran dikin û rasterast gundên tije sivîl dikin hedef.  Tevî êrişan, şênî diyar dikin ku ew ji warê xwe dernakevin û dê ji dagirkeran re nehêlin.

Şêniyê bi navê Ezîz Temo got, tevî artêşa Tirk bê ser û ber Zirganê topbaran dike, lê dîsa ew li ser xaka xwe ne.

Temo ev li gotina xwe zêde kir: "Beriya çend mehan mala cîranekî min hate topbarankirin û hemû kufletên malbatê birîndar bûn, jinek şehîd bû û parçe ketin laşê kurê min."

Ezîz Temo bi domdarî got: "Tevî vê topbaranê kêliyekî nafikirîn ku terka mala xwe bikim, berojavî wê israra min a li ser mana li cih û warê zarokên min zêdetir kir, ji ber ku ez naxwazim zarokên min dûrî navçeya xwe mezin bibin. Ez ê xeta berxwedanê ku bi hezaran şehîdan dan pey wê, biparêzim."

Zirganê jî wekî herêmên din ên nêzîkî eniyên şer mîna Til Temir, Eyn Îsa, gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve bi giranî têne topbarankirin. Armanc ji van êrişan herêm ji niştecihên wê werin valakirin.

Şêniyê bi navê Silêman Îbrahîm jî diyar kir ku ji beriya du salan ve artêşa Tirk hema bêje rojane êrişî navçeya Zirganê dike û dixwaze tirsê bixe nav şêniyan, wan bi darê zorê koçber bike û herêmê vala bikin.

Silêman Îbrahîm her wiha got: "Ez niha karê xwe dikim, ruxmî topbaran û êrişan  jiyan bi awayekî asayî didome, li ser vê yekê nameya min ji dagirkeran re ew ku ez ê li mal, navçe û li ser xaka bapîrên xwe bimînin."

Şêniyê bi navê Salih Hemo jî bang li dewletên qaşo garantor in kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em aramiya beriya êriş û topbarana dagirkeriya Tirk dixwazin."

Mihemed Dawûd Sîno û Mecîd Miê soz da ku ew ê li ser xaka xwe bimînin, parastina xak û yekitiya pêkhateyên herêmê jî bikin.

(eh)

ANHA