'PKK'ê em ji qirkirinê rizgar kir'

Kesayetên welatparêz ên bi salan tê dikoşin, li ser dîroka damezrandina PKK’ê, rola wê di vejandina doz û kesayeta Kurd de, têkoşîna 40 salî û cudahiya PKK’ê ji partiyên din, axivîn û gotin: "PKK'ê em ji qirkirinê rizgar kir."

'PKK'ê em ji qirkirinê rizgar kir'
19 mijdar, 2021   00:38
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

27’ê Mijdarê salvegera 43’yemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

/kr/uploads/files/2021/11/18/210931_-.webp

Mehmûd Salih (70)  ji gundê Elîşar ê rojhilatê Kobanê ye têkildarî naskirina xwe ji PKK’ê re wiha got: "Sala 1979’an ez li bajarokê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê bûm, wê demê bi heval Adem re civiyam û min meyla wî ya siyasî pirsî, got; ez Apoçî me. Min got ev tê çi wateyê? Wî ji min re hinekî li ser rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê ku hîna wê demê nû hatibû damezrandin axivî. Wê demê gelek tevgerên weke Stêrka Sor û Xwendekar jî hebûn. Min got cudahiya we ji van partiyan çi ye. Got; ew ji bo Kurdistanê tê dikoşin. Wê demê cara yekê bala min kişand ku partiyek li ser 4 parçeyên Kurdistanê diaxive."

‛EZ BI ŞEHADETA KADROYÊ PKK’Ê DI GIRTÎGEHA AMADÊ DE PIR BANDOR BÛM’

Salih îşaret bi bandorbûna bi PKK’ê kir û wiha domand: "Ez bi şehadeta kadroyên PKK’ê di girtîgeha Amedê de pir bandor bûm. Şehadeta wan hişt ku ez pir bi vê partiyê bifikirim. Xebatên partiyê li dijî axa û burjiwayên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin bû. Em bi plnên partiyê û mekanîzmeya xebata wê şoq man, wê demê min cudahiya di navbera PKK’ê û partiyên dîtir de nas kir."

Mehmûd Salih ev tişt anî ziman: "Destpêka salên 1980’î dema şehîd Selîm El-Ehmer serdana mala me ya li gundê Elîşar kir, tev li civîna yekemîn bûm. Hin hevalên wê demê tên bîra min, ji wan jî heval Halim û heval Ehmed Hemze bûn. Me wê demê plan kir ku dest bi rêzecivînên gel ên veşartî li gundewarên Kobanê bikin ku partiyê bi şêniyan bidin nasîn."

‛PARTÎ NAKEVE, JI BER NÛNERTIYA GEL DIKE’

Têkildarî cudahiya PKK’ê ji partiyên din, Salih wiha axivî: "Ez 42 salan bêyî rawestandin li Sûriyê xebitîm. Wê demê gelek partî li wir hebûn ku destpêkê me rêz ji wan re digirt. Ji ber ku li ser welat û welatparêziyê diaxivîn. Lê belê danûstandina wan partiyan bi kesên dewlemend û xwedî serwerî re hebûn. Lê kadroyên PKK’ê û rêber Apo her tim di nava gel de bûn. Vê yekê hişt ku ez zêde pê ve girêdayî bin û hişt em di dirêjahiya van salan bi moralên bilind û bê navber bixebitin. PKK'ê di têkoşîna xwe de xwe spart gel û kilîta serkeftina partiyê jî ev bû. PKK’ê mezin bû, ji ber ku gel e û gel jî hilnaweşe û nûnertiya hebûna gel dike û pişta xwe nade tu hêzên derve."

‛ŞOREŞA ME, ŞOREŞA JINÊ YE'

Mehmûd Salih diyar kir ku 1997’an li nêzî gundê Berliyas ê Sehil Bîqa ya Lubnanê bi rêber Ocalan re civiya, hin perwerdeyên leşkerî yên PKK’ê dîtin, piştre civîneke mezin ji kadroyên PKK û welatparêzan re hat lidarxistin ku tê de rêber Ocalan li ser rewşa wê demê û erkên li ser milên me axivî.

Salih bi domdarî got: "Şoreşa me şoreşa jinê ye. Rêber Apo cih kesayeta jinê di Kurdistanê de çêkir. Bûyerek di bîra min de û ji bîra min naçe her tim bi bîr tînim, ew yek jî di salên dawî yên zivistana 2014’an de pêk hat. Em komek ji şervanan li eniyê rojhilatê Kobanê li taxa Sîna bûn, wê demê de hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteya me kir û digotin Ellah Ekber û şerekî kurt çêbû. Piştre me biryara da ku vekişin, ji ber ku êriş mezin bû. Ji nişkan ve me dengê gelek jinan bihîst û digotin "Bijî serok Apo". Wê yekê moralek da me û em venekişîn heta teqwiye gihaşt me û êrişa DAIŞ’ê têk bir. Ew jina Kurd e ku xwe bi fikir û felsefeya rêber Ocalan çek kiriye, ew jina apoçî ye.

Xewna her kurdekî ye ku bi azad li ser xaka xwe û di nava gelê xwe de bijîn. PKK’ê ev yek li ser erdê pêk anî. Her wiha hevrê Siyamend ku li gundên rojhilatê Kobanê şehîd bûbû digot "Çer ku min ev rojên azad dîtin û min bêhna azadiyê kişand, mirin çawa tê bila were."

‛EZ BI EXLAQ Û RÊBAZÊ PKK’Ê BANDOR BÛM’

/kr/uploads/files/2021/11/18/210942_.webp

Li aliyekî din jî Xişman Şewket ê ji bajarê Girê Spî  di 1986’an de li patexta Şamê PKK’ê nas kir.

Şewket wiha got: " Min kadroyên PKK’ê li herêma Hecer Eswed a Şamê nas kir û li herêma Rukinedîn bi heval Hemze û heval Kenan re civiyam. Ez bi exlaq û rêbaza danûstandinan ên kadroyan re bandor bûm. Heta 1990’î ez bi wan kadroyan re di nava civakê de xebitîm. Piştî wê tev li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê bûm."

Şewket wiha axivî: "Li Sehil Bîqa ya Lubnanê cara yekemîn bi rêber Abdullah Ocalan re civiyam. Wê demê rêber Ocalan civînek ji me re li dar xist, gelek heval tev li civînê bûn. Ez ji bo xebata li kantona Girê Spî hatim erkdarkirim. Min xebatên civakî heta 1993’yan bi rê ve birin. Piştre rêber Ocalan xwest ku wî li Helebê bibînim. Wê demê  gelek kadro û cebhewî tev li civînê bûbûn. Min ji rêber Ocalan re got ez amade me dest bi têkoşîna çekdarî bikim. Ev gotina min rêber Ocalan bi hêrs kir û got; tu mirovekî zewicî ye, tenê di malbatê de yî û rewşa we ya madî ne baş e, tu yê çawa malbata xwe di vê astengiyê de bihêlî û dibêjî  ji bo welat şer dike. Divê tu girîngiyê bidî malbata xwe û zarokên xwe li ser hezkirina welat perwerde bikî. Ji ber ku şoreş û têkoşîna me ji bo wê yekê ye û dev ji karê xwe bernede, ji ber ji te re guncaw e."

‛BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER OCALAN EM BÛN XWEDÎ VÎNA XURT’

Xişman Şewket li ser girtina xwe ya ji hêla şaxên ewlehî yên hikumeta Şamê ve wiha diaxive: "Desthilatên sûrî gelek caran ez girtim û di nava şaxên ewlehiyê de dibirim û dianîm û îşkence li min dikirin. Ez bi mehan di girtîgehê de mam. Lê belê min berxwedana girtîgeha Amedê bi bîr dianî, min Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş, Mezlûm Dogan û hwd bi bîr dianîn. Wê demê berxwedana me xurt dibû. Di her carê de ku ji girtîgehê derdiketim, tevî belavbûna zêde ya îstîxbaratê bi xurtî dixebitîm."

Girêdayî xebata di wan salan de, Şewket wiha dibêje: "Ez 4 caran bi rêbetî re civiyam û her tim axaftina li ser rêveçûna xebata di nava civakê de bû. Derfet pir kêm bûn. Wê demê tiştekî li gel me tune bû. Em bi dilxwazî ji bo welat dixebitîn. Bi hezaran welatî bê dudilî di vê rêyê de dimeşîn. Her tim hewldanên ji bo têkbirina meşaleya Newrozê û têkbirina vîna me hebûn. Lê belê bi fikir û felsefeya rêbertî em bûn xwedî vîna xurt û di her Newrozê de me soza xwe nû dikir û teqezî li ser hebûn û têkoşînê dida.

Em xwedî vîna azad in û xwedî li xeta PKK’ê derdikevin. Rêgeza me sabît e û dev ji vê rêyê bernadin, em ê rexne bikin û şerê her kesî ji vê rêya derkevin bikin ku rêber Ocalan û şehîdan nexşe kiriye."

Xişman Şewket têkildarî rola PKK’ê di doza Kurd de axivî û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez bi kurtasî dibêjim, ne ji PKK’ê bûya tiştek bi navê doza Kurd tune bû. Heke em li rewşên li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê beriya PKK’ê were damezrandin binêrin, em ê mezinahiya karesatê li Kurdistanê bibînin. Rejîman li Kurdistanê şerê çandî, leşkerî, civakî û aborî dikir û Kurd jî di nava pencên qirkirinê de bûn. PKK’ê di vê karesatê de derket û em ji qirkirinê rizgar kirin û va em li ser xaka xwe bi azad dijîn."

(fr)

ANHA