Îbrahîm Şêxo: Dewleta Tirk hewl dide sûcên xwe veşêre

Dewleta Tirk a Dagirker girtîgehên xwe yên li bajarê Kilîsê yê li ser sînor vala dike û Kurdên ku revandiye ji wir vediguhêze girtîgehên çeteyên Cebhe El-Şamiye.

Îbrahîm Şêxo: Dewleta Tirk hewl dide sûcên xwe veşêre
19 mijdar, 2021   09:02
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re diyar kir ku li gorî çavkaniyan sedema veguhestina Kurdan ji girtîgeha bajarê Kilîsê bo girtîgeha Cebhe El-Şamiye ya li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî, serdana rêxistinên mafên mirovan û komîteyeke navneteweyî ji bo lêkolîna girtîgehên li bajarên Tirkiyê yên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye, wekî bajarên Kilîs, Dîlok û Rihayê.

Şêxo her wiha diyar kir ku ji roja yekem a dagirkirina Efrînê ve, dewleta Tirk bi hezaran şêniyên Efrînê revandine û bi sedan ji wan veguhastin girtîgehên xwe yên li Tirkiyê.

Şêxo behsa bûyereke ku li gundê Aşka Xerbî yê navçeya Cindirêsê qewimî kir ku îstixbarata Tirk (MÎT) beriya demekê 7 ciwanên gund revandibûn û xistin girtîgehên li Tirkiyê. Her wiha hejmareke mezin ji sivîlên gundê Mamilo yê navçeya Raco revandin û birin Tirkiyê.

Şêxo piştrast kir ku dagirkeriya Tirk bi sûcên xwe yên li dijî gelê Efrînê, peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike. Ji ber ku nabe ku dewleteke dagirker li ser welatiyên welatekî din biryaran bide û lewma jî îstixbarata Tirk girtîgeha xwe ya li bajarê Kilîsê vala kir û girtiyên ku revandine, radestî komên çete kirin da ku sûcên xwe li ber raya giştî veşêre.

ÇETEYAN ZAROKEK REVAND

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku di hefteya dawîn de hejmara kesên hatine revandin, gihaştiye 12 kesan û di nav wan de zarokekî kêmî 15 saliyê heye.

Şêxo piştrast kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlan direvînin û di berdêla serdesberdana wan de 40 milyon lîreyê Sûriyê dixwazin.

Şêxo destnîşan kir ku muxalefeta Sûriyê komîteyeke hevbeş ava kiriye, ji bo şopandina herêmên çeteyên Firqeya Sultan Silêman Şah (Emşat) û berdêla ku li ser xwediyên zeytûnan hatine ferzkirin ku ji sedî 25 bû.

Şêxo her wiha zanîn ku dagirkeriya Tirk hewl dide sûcên xwe veşêre û ji rexneyên civaka navneteweyî yên têkildarî sûcên ku bi komên terorîst ên li dijî gelê Efrînê dike, direve û ‘Komîteya Mafên Mezlûman’ bi fermana yekser a îstîxbarata Tirk hatiye avakirin.

(dx)

ANHA