Li Idlibê şerê çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê

Hêzên hikumeta Şamê eniyên li rojavayê Helebê hedef girtin, di encamê de çeteyek hat kuştin. Her wiha li eniyên Idlibê çete û hêzên hikumetê pev ketin.

Li Idlibê şerê çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê
18 mijdar, 2021   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên Hikumeta Şamê eniyên şer ên li rojavayê Helebê hedef girtin û di encamê de çeteyek hate kuştin.

Çeteyan jî bi moşekan baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Kefer Nibûl ê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Fitêra, Filêfil û Bênîn ên çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê topbaran kirin. Derbarê zirarên canî de agahî nehatin bidestxistin.

(dm)