Li Hesekê dewreya 4`an a Tîma Parastina Sivîl bi dawî bû

Foca Agirvemirandinê ya Hesekê dewreya 4`an bi dawî kir. Tê de endamên focê perwerdeyên teorîk û pratîk yên têkildarî rizgarkirina sivîlan ji karesetan dîtin.

Li Hesekê dewreya 4`an a Tîma Parastina Sivîl bi dawî bû
Li Hesekê dewreya 4`an a Tîma Parastina Sivîl bi dawî bû
Li Hesekê dewreya 4`an a Tîma Parastina Sivîl bi dawî bû
Li Hesekê dewreya 4`an a Tîma Parastina Sivîl bi dawî bû
Li Hesekê dewreya 4`an a Tîma Parastina Sivîl bi dawî bû
18 mijdar, 2021   12:08
HESEKÊ

81 endamên Tîma Parastina Sivîl a Foca Agirvemirandinê ya kantona Hesekê 15 rojan dewreyeke perwerdeyê pêk anî. Di dewreyê de ku destpêka Mijdarê dest pê kir, endaman perwerdeyên teorîk û pratîk ên têkildarî rizgarkirina sivîlan ji şewatan û karesetên muhtemel dîtin.

Waneyên perwerdeyê têkildarî agirvemirandinê, destwerdana lezgîn, xilaskirina kesên di bin jêrzemînan de asê mane, rêbazên veguhestina birîndaran û dermankirina wan bûn.

Di merasîma derçûnê de ku li navenda Foca Agirvemirandinê li dar ket, bi dehan endamên focê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên navend û saziyên sivîl ên bajêr beşdar bûn. 

Di destpêka merasîmê de, endamên focê tedbîrên têkildarî şewatan û rêbazên rizgarkirina birîndaran, kesên di avahiyan de asê mane û noqî avê bûne, nîşan dan.

Li gorî berpirsê perwerdeyê Îbrahîm Hisên, Foca Agirvemirandinê ya Hesekê ji perwerdeyê armanc dike endamên Tîma Parastina Sivîl xurtir bike da ku bikarin li hemberî karesetan erkên xwe bi rêk û pêk bînin cih.

(şx)

ANHA