Eqîle Salih jî bû bernamzetê hilbijartinên serokatiyê yên Lîbyayê

Piştî Xelîfe Hefter, serokê Parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih duh (çarşem) ragihand ku îsal dê beşdarî hilbijartinên serokatiyê ya Lîbyayê bibe.

Eqîle Salih jî bû bernamzetê hilbijartinên serokatiyê yên Lîbyayê
18 mijdar, 2021   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Eqîle Salih diyar kir ku dengdayîn jêdera rewabûna her hikumetekê ye. Her wiha got gel xeyal dike ku bigihêje îstiqrarê û ji tundî û terorîzmê dûr bikeve.

Salih piştrast kir ku ji bo lihevkirineke giştî li Lîbyayê pêk were, lihevkirina neteweyî bingeh e.

Roja çarşemê serokwezîrê Lîbyayê yê berê Elî Zêdan jî pelgeyên namzetiya xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê pêşkêş kirinû ku dê di 24'ê Kanûnê de li dar bikevin.

Zêdan diyar kiribû ku eger ew were ser desthilatê, ji bo ku lihevkirineke neteweyî di navbera hemû aliyan de pêk were, amade ye tawîzan bide yan jî guhertinê çêke.

Serokê Artêşa Nîştimanî Xelîfe Hefter jî roja sêşemê ragihandibû ku dê beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibe. Her wiha kurê Muemmer Qedafî, Seyfulîslam Qezafî jî bernamzetiya xwe ragihandibû.

(dm)