​​​​​​​Li Xertûmê xwepêşandan berdewam in

Li paytexta Sûdanê Xertûmê xwepêşandan berdewam dikin. Hêzên ewlehiyê îro bombeyên gazê li dijî xwepêşandêrên li taxên bakurê Xertûmê bi kar anîn.

​​​​​​​Li Xertûmê xwepêşandan berdewam in
18 mijdar, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, xwepêşandêrên li bakurê Xertûmê ji şevê din ve li pêşiya bendên xwe man û xwepêşandanên li dijî derbeya leşkerî ya di 25'ê Cotmeha borî de pêk hatiye, didomînin.

Di daxuyaniyekê de Kombûna Pîşeyî bang li sûdaniyan kir ku bersiva banga komîteyên berxwedana taxan bidin û çalakiya xwepêşandana sivîl roja pêncşemê (îro) pêk bînin û banga greva giştî û boykotkirina tevahî saziyên hikumetê kir.

Duh di xwepêşandanên li dijî serweriya leşkerî ya li Sûdanê de 14 kes hatibûn kuştin.

(dm)