​​​​​​​Îsraîlê 2 moşek avêtin başûrê Şamê

Îsraîlê vê sibehê 2 moşek avêtin Colana dagirkirî û avahiyeke vala li başûrê Şamê kir hedef.

​​​​​​​Îsraîlê 2 moşek avêtin başûrê Şamê
17 mijdar, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku hêzên Îsraîlê 2 moşek ber bi Colana dagirkirî ve avêtine û avahiyeke vala li başûrê Şamê kiriye hedef.

Ajansê der barê zirarên canî de tu agahî nedan.

(dm)