296 roj in dewleta Tirk para sûriyan ji ava çemê Firatê didize

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava çemê Firatê ji ser Sûriyê berdewam dike, bi wê yekê tevahî peyman û qanûnên navneteweyî bin pê dike û gelên herêmê bi karesatekê re rû bi rû dihêle.

296 roj in dewleta Tirk para sûriyan ji ava çemê Firatê didize
17 mijdar, 2021   07:12
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Ji  beriya 296 rojan ve, bi taybet ji 27’ê Çileya borî ve dewleta Tirk a dagirker qutkirin û dizîna para sûriyan ji ava çemê Firatê berdewam dike, ew yek binpêkirina peymana di 1987’an di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye ya ji bo parvekirina ava çemê Firatê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de. Di peymanê de hate gotin divê aliyê Tirkiyê di saniyekê de zêdetirî 500 mitrekab bide aliyê Sûriyê ku ew jî bi aliyê Iraqê re parve dike.

Sûriyê, peymana têkildarî ava çemê Firatê ku bi dewleta Tirk re îmze kiriye di 1994’an de li gel NY’yê tomar kir, da ku para xwe û Iraqê ji ava çemê Firatê misoger bike. Lê dewleta Tirk ev peyman li pêş çavên cîhanê bin pê kir û tu helwestên navneteweyî ku dewleta Tirk neçarî rawestandina van sûcan bikin, tune ne.

Têkildarî mijarê gerînendeyê benda Rojava (Tişrîn) endazyar Hemûd El-Hemadîn wiha got: "Herikîna ava çemê Firatê ji dema dewleta Tirk av li ser Sûriyê qut kiriye de ne aram e û di hin caran de ava ku ber bi Sûriyê ve diherike di saniyekê de digihîne 160 mitrekab û di hin caran de di saniyekê de digihîne 240 mitrekab, lê bi demên pir kurt."

El-Hemadîn da zanîn ku rêjeya ava çemê ya niha di saniyekê de 180 mitrekab e.

Kêmbûna ava çemê bandorên neyînî li herêmê kir, ji wan saetên dayîna kehrebeyê kêm bûn û di rojê de saetên dayîna kehrbeyê li Minbic û Kobanê 10 saet in û li gundan 6 saet û hin caran jî kêmtirî wê ye.

Her wiha kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê bandor li çandiniya herêmê kir, bi wê re cotkaran nikarî berhemên xwe av bidana, her wiha ava bîran jî kêm bû.

Ev hemû sedem cotkaran li beramberî krîzên aborî û derûnî dihêlin û li gel cotkaran metirsiya binketina mewsima çandiniyê çêkir, bi rastî jî piştre di çend mehên borî de cotkaran zirar kişandin.

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê yek ji rêbazên şerê taybet e ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Armanca wê valakirina herêmê û koçberkirina şêniyan e. Ji ber ku av û çandinî ji hêmanên sereke yên jiyanê, debar û aboriyê ne.

(fr)

ANHA