Ji ber derengmayîna baranê cotkar bi fikar in

Ji ber ku mewsima par ne baş bû û îsal jî barana payîzê dereng maye, cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirsin careke din mewsim hişk be. Li ser vê yekê pisporê çandiniyê da zanîn ku hîn mewsima neketiye xeteriyê, ji lew re divê cotkar ji aliyê avdanê de baldar bin.

Ji ber derengmayîna baranê cotkar bi fikar in
17 mijdar, 2021   07:52
KADAR ÎBRAHÎM-QAMIŞLO

Mewsima par ne baş bû û cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zehmetiya vê yekê kişandin, hem jî şilahî kêm bû û cotkar ji mewsima bejî bê par ma û nirxê tov jî bilind bû. Têkildarî vê yekê Rêvebeirya Xweser îsal bi nirxekî baş tov da cotkaran, da piştgiriya qada çandiniyê bike.

Bi gelemperî baran di destpêka Cotmehê de dibare, lê îsal barana payîzê dereng ma ku êdî cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirsên mewsima îsal jî wekî ya par hişk be.

Yek ji cotkarên gundê Leylan ê başûrê navçeya Tirbespiyê Yunis Yehya axivî û nerehatiya xwe ya derbarê derengmayîna barana îsal de destnîşan kir, nexasim ku mewsima par jî ne baş bû. Yunis Yehya got, hêviya cotkaran heye ku ew ê baraneke payîzî û mewsimeke baş were.

Piştî barana yekem a baş, cotkar dest bi cotkirina erdên xwe û tovdanînê dikin, lê ji ber ku baran dereng ma  gelek ji wan erdên xwe neçandin.

ꞌDERENGMAYÎNA BARANÊ HÎN MEWSIM NEXISTIYE XETERIYÊꞌ

Pisporê çandiniyê Serbaz Hawel diyar kir ku reşandina tov di Cotmehê de dest pê dike û heta 15`ê Kanûnê berdewam dike.

Hawel da zanîn ku derengmayîna baranê hîn mewsim nexistiye xeteriyê û wiha dewam kir: " Beriya ku tov were danîn barana payîzê  ji cotkaran re sûdmendiyeke mezin e, ji ber ku gihayên bizirar dirêj dibe, her wiha çêrgehan peyda dike û rêjeya ava bin erdê zêde bibe."

Serbaz Hawel destnîşan kir ku pêwîstiya hilberînên çandiniyê yê li herêmê bi çend saetên germahiyê, cemedê û ritûbetê heye, da berhem peyda bike, ji lew re hîn dem heye ku cotkar erdên xwe biçînin.

Pisporê çandiniyê Serbaz  Hawel bang li tevahiya cotkaran kir ku di çandina zeviyên bejî de baldar bin.

(eh)

ANHA