‛Divê têkoşîna ji bo ‘Dem dema azadiyê ye’ bê xurtkirin’

Pêkhateyên Qamişloyê da zanîn ku divê pêngava “Dem dema azadiyê” heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de bi xurtî dewam bike.

‛Divê têkoşîna ji bo ‘Dem dema azadiyê ye’ bê xurtkirin’
16 mijdar, 2021   09:10
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

KCK’ê di 10’ê Îlona 2020’an de daxuyaniyek da, tê de banga hemleyekê ji bo bidawîkirina xeteriya li dijî Kurdan kir da ku jiyaneke azad û demokrat li Kurdistanê bê afirandin. Hemle bi navê "Êdî bes e ji tecrîdê, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" di 12’yê Îlona 2020’an de dest pê kir.

Beriya demekê hemle derbasî sala xwe ya duyemîn bû, bi wê re hemleyê li cîhanê deng veda. Di sala destpêkê de li piranî dewletên cîhanê çalakiyên cuda li dar ketin.

Duh Kongreya Star li Qamişloyê meşek di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya "Dem dema azadiyê ye" de li dar xist.

DEWLETA TIRK A FAŞÎST NIKARE VÎNA ME TÊK BIBE’

Hêvîn Hesen ê ji pêkhateya Kurd li Qamişloyê ku beşdarî meşê bûbû, da zanîn ku azadiya gelên herêm û Rojhilata Navîn di azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de pêkan e û wiha got: "Em ê berxwedanê li ser rêgez û nirxên rêber Ocalan heta dawiyê berdewam bikin. Her wiha çer ku vîna berxwedana me ji fikirê rêber Ocalan e, dewleta Tirk nikare vîna me têk bibe û armancên planên xwe pêk bîne."

Hêvîn Hesen wiha domand: "Em ji êriş û balafirên dewleta Tirk a faşîst natirsin û em ê berxwedana xwe li hember dewleta Tirk heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berdewam bikin. Ji be rem xwedî doz, fikirê demokrat û azad in."

Hêvîn Hesen bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember tecrîda girankirî ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Ji 22 salan ve rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de li dijî zihniyeta şovenîzm û kapîtalîzmê tê dikoşe. Her wiha berdewama tecrîdê nîşaneya metirsiya dewletên hegemon ji fikirê rêber Ocalan ê demokrat û azad e."

AZADIYA RÊBER OCALAN AZADIYA ME YE’

Hêvîn Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêber Ocalan di oxira tevahî gelan de têkoşiya. Ji lew re divê tevahî gel asta têkoşîna xwe di merheleya nû ya hemleya dem dema azadiyê de ye ku li ser bingeha vîn û berxwedanê hatiye lidarxistin, bilind bike."

Li aliyekî din jî Hediye Casim a ji pêkhateya Ereb a ji Qamişlo diyar kir fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dîwarên girtîgeha Îmraliyê derbas kir û li tevahî parçeyên cîhanê belav bûn û wiha got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera Kurd, Ereb û Suryan de dijîn ku xwe dispêre fikirê rêber Abdullah Ocalan."

Hediye Casim bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe û wiha pê de çû: "Divê civaka navneteweyî xwestên gelên azadîxwaz pêk bîne. Ji ber azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan azadiya me tevan e û ew sembola demokrasî û aştiyê ye."

DIVÊ ASTA TÊKOŞÎNÊ DI MERHELEYA DUYEMÎN A HEMLEYÊ DE BÊ BILINDKIRIN’

Xelîl Hesen ê ji pêkhateya Kurd a Amûdê diyar kir ku ew ê asta têkoşîna xwe di hemleya dem dema azadiyê de ye heta pêkanîna armanca sereke ya hemleyê ku rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe, bilind bikin û wiha got: "Em ê berxwedan û çalakiyên xwe di çarçoveya hemleya dem dema azadiyê de ye heta dengê bigihîne tevahî dewletên cîhanê berdewam bikin û rêber Ocalan bi fîzîkî azad bikin ku civaka azad û demokrat ava bikin."

Hesen ev tişt anî ziman: "Fikirê rêber Ocalan xwedî nirx e ku ji bo wê têkoşîna xwe 24 saetan di oxira azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan de berdewam bike da ku azadî û demokratiya xwe misoger bikin."

Hesen îşaret bi xwestekên parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan ên bênavber ên ji bo hevdîtin û ewlebûna tenduristiya wî kir û wiha pê de çû: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin ku parêzer yekser hevdîtinê bi rêber Ocalan re bikin û tenduristiya ewle bikin. Divê hemû kurdên li Kurdistanê li dijî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan serî hildin û dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê."

KCK’ê beriya çend rojan metirsiya xwe li ser jiyan û tenduristiya rêber Abdullah Ocalan nîşan da û bang li Komîsyona Ewropayê, CPT, rêxistinên mafên mirovan û komîteya girtîgehan a girêdayî parlamentoya Tirk kir ku serdana Îmraliyê bikin û encamên serdanê bi raya giştî re parve bikin. KCK`ê bang li gelê Kurd û dostên wî kir ku li dijî tecrîd û rejîma îşkenceyê ya li Îmraliyê têkoşîna xwe bilind bikin.

(fr)

ANHA