​​​​​​​QSD: Binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Til Temir, Eyn Îsa û Girê Spî berdewam dikin

QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Til Temir, Eyn Îsa û Girê Spî berdewam dike.

​​​​​​​QSD: Binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Til Temir, Eyn Îsa û Girê Spî berdewam dikin
15 mijdar, 2021   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê geşedanên meydanî yên li eniyên şer ên bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin û ji wan sûcan;

-Dagirkeriya Tirk sibeha Duşemê bi çekên giran gundê Til Emîr ê bakurê Zirganî topbaran kir, di encamên zirarên madî gihaştin mal û milkên sivîlan û cotkar neçar kir ku xebatên çandiniyê rawestînin.

-Vê sibehê dagirker gundên Muelek û Dibis ên rojavayê Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin, di encamên de cotkarên gund neçar man ku xebatên xwe di nava zeviyan de rawestînin.

-Ji ber şantajên bênavber ên çeteyên dagirkeriyê û hedefgirtinê şêniyên gundê Um Beramîl ê rojhilata Eyn Îsayê nikarîn xwe bigihanda nava zeviyên xwe û qûtên xwe yên rojane dabîn bikira, ev yek di vê hefteyê de bûye 3 car in dubar dibe.

-Dagirkeran gundên Selîbî, depoyên Qizelî û Muxtariyê yên rojavayê Girê Spî bi doçka hedef girtin, her wiha cotkarên li herêmê bi sekvanan kirin hedef.

Sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber pêk tînin gefên li hember peymana kêmkirina şer e û li pêş welatiyan dibe asteng ku qûtên xwe yên rojane li herêmên nêzî herêmên dagirkirî dabîn bikin. Êdî êrişên dagirkeriya Tirk ên rojane dibe pisgirêkeke din a ewlehiya xwarinê ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li kêlek astengiyên avhewayê."

(fr)

ANHA