Rûspiyê eşîra El-Hewes êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla şermezar kirin

Rûspiyê eşîra El-Hewes, Deham El-Şiblî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayan şermezar kirin û bang li gelê herêmê kir ku xwe bispêrin hêza xwe, ji ber hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin.

Rûspiyê eşîra El-Hewes êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla şermezar kirin
16 mijdar, 2021   06:42
REQA – EHMED EL-ESAF

Rûspiyê eşîra El-Hewes ku yek ji eşîrên El-Efadile El-Şebaniyê ye, Deham El-Şiblî di destpêka axaftina xwe de behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan kir, her wiha behsa êrişên kîmyewî yên li dijî gerîlayan kir.

Rûspiyê eşîra El-Hewas helwestên navneteweyî rexne kirin û wiha got: "Tevahî dewletên kapîtalîst ên ku projeya demokratîk qebûl nakin, piştevaniya dewleta Tirk di êrişan de dikin."

El-Şiblî behsa berjewendiyên ku dewletên mezin li ser bingeha wê dixebitin kir û wiha  domand: "Ev dewlet ji kevn ve tenê li gel aliyê xurt û bi hêz disekinin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Her kesên petrol û hesin li gel wan hebin ew dost û hevalbendên dewletên mezin in. Bo nimûne qetilkirina rojnamgerê siûdî Cemal Xaşiqcî ku raya giştî ya cîhanê, di nav de dewletên endamên daîm ên NY’yê hejnand, lê ew dewlet li ser qetilkirina bi hezaran sûriyan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve deng dernexistin."

El-Şiblî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG’ê bi sûcekî barbarî û tisonak wesif kir û ev tişt anî ziman: "Hin dewletên mezin li gorî berjewendiyên xwe, li ser vî sûcî hin caran bê deng in hin caran şermezar dikin. Em eşîr û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî êrişên barbarî yên li dijî çi gelekî li cîhanê ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî Başûrê Kurdistanê şermezar dikin."

El-Şiblî got, divê gelê me pişta xwe bidin hêza xwe, xwe bi xwe bi rê ve bidin û wiha anî ziman: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêleka tevahî gelên ku hewl didin azadiya xwe bi dest bixin, disekinin. Ji ber wan gelan piştgiriya me di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de kir, heta ku me herêmên xwe rizgar kirin."

Rûspiyê eşîra El-Hewes Deham El-Şiblî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û NY’yê dikin ku li hember hovîtiya dewleta Tirk bisekinin. Em dev ji gelê ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş kiriye, bernadin."

(fr)

ANHA