Malbatên şehîdan ên Tebqayê: Em ê têkoşîna şehîd Yûsif Gulo bidomînin

Malbatên şehîdan ên Tebqayê gotin: "Bi şehadeta Yûsif Gulo û neviyên wî, meşaleya berxwedanê venamire, lê belê dê meşaleya berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk gur bibe."

Malbatên şehîdan ên Tebqayê: Em ê têkoşîna şehîd Yûsif Gulo bidomînin
16 mijdar, 2021   07:02
TEBQA-EBDUREHMAN EL-SALIH

Komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişlo li dijî malbata welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo pêk anîn sûcekî din li sicila terora dewleta Tirk zêde dibe.

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan didome, şênî sedema van êrişan dispêrên hewldanên Tirkiyê yên binkeftî yên ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk.

Bavê şehîd Xebat Tebqa, Mihemed El-Şêx da zanîn ku êrişên hewayî yên dewleta Tirk binkeftina wê ya leşkerî li eniyên şerê nîşan dide.

Mihemed El-Şêx komkujiya ku dewleta Tirk pêk aniye ku di encamê de têkoşer Yûsif Gulo û neviyên wî şehîd bûne şermezar kir û ev tişt got: "Apê Yûsif, bavê tevahî şehîdan bûn û sembola berxwedana gel bû. Bi şehadeta wî meşaleya berxwedanê venamire, lê belê dê li hember dagirkeriya Tirk gurtir bibe. Em ê li ser şopa apê Yûsif Gulo bimeşin û em ê armanca şehîdan a azadiyê pêk bînin."

El-Şêx bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Li aliyekî din jî birayê şehîd Kados Qamişlo, Mihemed El-Ereb ev tişt anî ziman: "Têkoşer Yûsif Gulo ne tenê nûnertiya pêkhateyekê dike, lê belê nûnertiya tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Piştî şehadeta Yûsif Gulo hat piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker li hember tevgera rizgariyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûye, îflas kiriye."

/ar/uploads/files/2021/11/16/062128_abd-alhkym-alhsyn.webp

Birayê şehîd Ebdulhemîd El-Hisên, Ebdulhekmîn El-Hisên jî diyar kir hedefgirtina têkoşerên xwediyên fikirên azad ji aliyê dewleta Tirk ve ne kiryarkî nû ye û wiha got: "Şehîdxistina Yûsif Gulo û neviyên wî nîşan dide ku AKP'ê di şerê xwe yên li dijî gelên demokratîk de zimanê sûc û kuştinê li pêşberî raya giştî ya cîhanê bi kar tîne."

Ebdulhekîm El-Hisên bêdengiya navneteweyî û hiştina dewleta Tirk a faşîst bê hesabdayînê rexne kir û wiha bi dawî kir: "Ne ji bêdengiya navneteweyî bûya Erdogan sûcên dermirovî li dijî gelên hewl didin xwe ji qeydên koletiyê rizgar bikin pêk nedianîn."

(fr)

ANHA