Arif Balî: Aramiya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve girêdayî ye

Arif Balî da zanîn ku dewletên hegemon ji bo parastina desthilatiya xwe ya faşîst tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan ferz kiriye û destnîşan kir ku divê gelên Rojhilata Navîn bizanin ku çareserkirina krîzên li herêmê bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêkan e.

Arif Balî: Aramiya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve girêdayî ye
16 mijdar, 2021   07:55
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker tecîrda li dijî rêber Abdullah Ocalan giran kiriye, nahêle ne parêzer ne jî malbat pê re bicivin û têkiliya wî bi derve re hebe. Li beramberî wê yekê gelê azadîxwaz li dijî faşîzma Tirk têkoşînê berdewam dike ku tecrîda li dijî rêber Ocalan rabe û bi fîzîkî azad bibe.

Girêdayî mijarê, endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a şaxê herêma Firatê Arif Balî wiha got: "Wek tê zanîn ji 2010’an ve li gelek welatên herêma Rojhilata Navîn bi navê Bihara Gelan şoreşan dest pê kir, lê ji ber ku rêber Ocalan fikir û felsefeya xwe ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re pêşkêş kir heta niha rûbirûyî tecrîdeke girankirî ye."

Balî wiha domand: "Rejîmên desthilat ên li cîhanê siyasetên xwe li dijî gelan ferz dikin û dixin xizmeta berjewendiyên xwe, naxwazin tu çareserî ji bo wan gelan hebe û tu carî bi parsatina mafên gelên bindest nefikirîne."

Balî destnîşan kir ku berovajî desthilatên dewletan, rêber Ocalan ji bo tevahî gelên bindest têdikoşe ku bigihînin azadî, demokrasî û wekheviyê.

Balî da zanîn ku rêber Ocalan qebûl nekir ku gelê wî di bin zilm û zordariya rejîmên faşîst de bijî û wiha got: "Ji ber wê yekê tevahî hêzên hegemon ên cîhanê li dijî rêber Ocalan bûn yek û bi komployeke navneteweyî ew dîl girtin. Tevahî gelên bindest ên li Rojhilata Navîn li dijî rejîmên faşîst serî hildan. Bi wê re wan rejîman tecrîdeke giran li dijî rêber Ocalan ferz kir û naxwazin fikirên wî derkevin derve da ku desthilatên xwe biparêzin."

Li ser têkoşîna gelê Kurd a li dijî rejîma Tirk a faşîst Balî wiha got: "Tevî tecrîda girankirî, gelê Kurd ji 2015’an ve bi têkoşîna xwe û bi rêya parêzer û malbata rêbertî gelek caran xwe gihand rêbertî. Niha jî gelên Li Rojhilata Navîn dibînin ku rêya rizgariya ji zihniyet û rejîmên desthilat û faşîst fikir û felsefeya rêber Ocalan e."

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a şaxê herêma Firatê Arif Balî destnîşan kir ku niha tu rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan rêbertî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan biparasta û erkên xwe pêk bianiya.

Arif Balî diyar kir ku gelek welatên Rojhilata Navîn rûbirûyî krîzên hundirîn û gelên wê bindest in û ev tişt got: "Çandên wan gelan tên îmhakirin, zimanên wan tên qirkirin û jibîrkirin. Ol di destê desthilatan de bûne alav ku berjewendiyên xwe pêk bînin û ji bo tu çareserî çênebin, tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz dikin."

Balî li ser têkoşîna domdar a gelê Kurd ev tişt anî ziman: "Armanc ji têkoşînê ew e ku gelê Kurd bi cîran û birayên xwe yên Ereb, Pers, Suryan, Tirkmen, tevahî pêkhate û etnîkan re bi awayekî wekhev, azad, adilane û demokratîk bijîn, her wiha divê gel bi çand, ziman û olên xwe ve girêdayî bin."

Balî wiha got: "Girêdaneke fikirî û zihnî di navbera me û rêber Apo de heye û em li ser fikirê wî dimeşin û li ser erdê pêk tînin. Em Komîteya Azadiya Rêber Ocalan di çarçoveya şikandina tecrîdê ya li dijî rêber Ocalan, misogeriya azadiya wî ya fîzîkî û belavkirina fikir û felsefeya wî di navbera gelan de têdikoşin, her wiha em hewl didin bi cîhanê bidin naskirin ku çareseriya krîza Rojhilata Navîn di destê rêber Ocalan de ye."

Balî eşkere kir ku heke rêber Ocalan bi fîzîkî azad nebe dê Rojhilata Navîn di krîzên mezin de bijîn û got, fikirê rêber Ocalan kilîta çareseriyê ya hemû krîzan e.

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a şaxê herêma Firatê Arif Balî wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê gelên Rojhilata Navîn baweriyê bi dewletên hegemon neynin, ji ber ku ev dewlet tu carî ji bo gelan tênekoşiyane. Jiyana azad û bi rûmet, di nava projeya neteweya demokratîk de ye û ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan divê ked bê dayîn."

(fr)

ANHA