​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2021
15 mijdar, 2021   00:00

-Şêniyên kantona Qamişlo bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan meşekê bi diruşma "Dem dema azadiyê ye" li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Kobanê di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê" de meşekê bi banga azadiya fîzkî ya rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Meş ji pêşiya Qada Jina Azad dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Şedadê, Hol, kampên Waşûkanî û Serêkaniyê li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan û bi banga azadiya wî ya fîzîkî meş tên lidarxistin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî banga xurtkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li Hola Baradîs li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê di roja 42'yan de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên Hêzên Erkaxweparastinê li hemberî êrişên li ser herêmê banga xweparastinê kir û got: "Parastina welat erka tevan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Dr. Abbas Mansûran diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî bêperwa çekên kîmyewî bi kar tîne û ji bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî sûdê werdigire. Mansûran got NATO û NY ji pêşîgirtina li darizandina sûcdaran berpirsyar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Partiya Sûriya Pêşerojê, têkildarî pêngava  têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan daxuyaniyekê li avahiya partiyê ya bajarê Reqayê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşa jinên li bajarê Idlibê û herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de ji rewşa dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ne cuda ye. Jin bi tawana ku por û rûyê xwe nanixumînin û bêyî mêran (mehrem) ji malê derdikevin tên cezakirin. (BI WÊNE).

CIWAN

-Li Reqayê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û teqeziya piştevaniya bi QSD'ê re daxuyaniyekê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji bo peydakirina derfetên kar û bicihanîna pêwîstiyên koçberan Efrînê yên di kampan  kargeheke çêkirina sobeyan li Şehbayê hate vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê eşkere kir ku sedema derengmayîna belavkirina mazotê li herêma Cizîrê ew e ku mazot li beşa çandinî û avahiyên pîşesaziyê hatin belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Minbicê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn, ji wan sererastkirina rêyan, vekirina garacan û çaksazkirina stasyona  Qeşlî ya avê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA