​​​​​​​Li Şehbayê kargeheke çêkirina sobeyan hat vekirin

Ji bo peydakirina derfetên kar û bicihanîna pêwîstiyên koçberan Efrînê yên di kampan  kargeheke çêkirina sobeyan li Şehbayê hate vekirin.

​​​​​​​Li Şehbayê kargeheke çêkirina sobeyan hat vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê kargeheke çêkirina sobeyan hat vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê kargeheke çêkirina sobeyan hat vekirin
​​​​​​​Li Şehbayê kargeheke çêkirina sobeyan hat vekirin
15 mijdar, 2021   01:46
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî kantona Şehbayê bûne, li hemberî mercên zehmet, kêmbûna derfetan, germahiya havînê û sermaya zivistanî li ber xwe didin, rêxistinên navneteweyî erka xwe li hemberî wan bi cih nayînin. Bi armanca peydakirina derfetrên kar û ji bo bicihanîna pêwîstiyên şêniyan ji sobeyan, kargeheke çêkirina sobeyan li kantona Şehbayê hat vekirin.

Di kargehê de nêzî 45 karker hene û rojane 8 saetan dixebitin. Mûçeyên wan ê mehane di navbera 260 heta 600 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Her wiha gelek pîşesaz madeya alemînyûm dihelînin û pê nexşan li ser sobeyan çêdikin.

/kr/uploads/files/2021/11/14/204303_-.webp

Çavdêrê kargehê Mûsa Seydo alav û madeyên bingehîn ên çêkirina sobeyan û borî dabîn kirin. Kargeh bi saetên dirêj dixebitin da ku 2 hezar sobe çêkin û li koçberên Efrînê yên li 5 kampeyan belav bikin.

Koçberên Efrînê di salên borî de ji ber nebaşbûna cûreyên sobeyên biçûk di hundirê konan de zehmetî kişandin.

Çavdêrê kargehê Mûsa Seydo ji ajansa me re diyar kr ku di merheleya destpêkê de dê sobeyên biçûk ji koçberên li kampan re werin çêkirin, piştre dê xebat ji bo çêkirina sobeyên mezin û navîn were kirin û wiha domand: "Me bi zehmetî pêdiviyên zivistanê ji sotemenî û sobeyên nebaş ku ji kantonê re dihatin, peyda kirin, piştre  me biryar da ku bi derfetên kêm kargeha çêkirina sobeyan vekin."

Seydo diyar kir ku par wan kargeha çêkirina boriyên sobeyan vekir, piştî ku daxwaz li ser zêde bû kargeha çêkirina sobeyan vekir. Seydo anî ziman ku wan ev kargeh di serî de ji bo koçberên li kampan, her wiha ji bo teşwîqkirina pêşesazan li ser vî karî vekirin.

Seydo da zanîn ku rêveberiya kampan ji wan xwest ku 2 hezar sobe tevî alavên wan amade bikin ku bi buhaya lêçûnê ya 15 dolaran li şêniyan belav bikin û got: " Ji lew re em saetên dirêj dixebitin ji bo hejmara Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê xwestiye amade bikin."

Seydo destnîşan kir ku pîvanê sobeyên biçûk ku salên borî dihatin Şehbayê 3 kîlo bûn, lê sobeyên nihat tên çêkirin zêdetirî 6 kîloyan e û wiha got: "Em niha hewl dide depoyên mazotê çêkin û derxin derveyî Şehbayê."

Mûsa Seydo bal kişand ser dorpêça li ser Şehbayê ku bandoreke neyênî li  kar dike û diyar kir ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê pereyên zêde li ser madeyên destpêkê yên çêkirina sobeyan mîna xumava germê(çînko) dibirin û got, ev made tenê li Helebê heye.

Rêxistinên navneteweyî di salên destpêkê de gelek sobe dan koçberan, piştre nedan û bi wê re koçber li beramberî sermaya zivistanê û kêmbûna sotemeniyê rû bi rû man.

(fr)

ANHA