Rewşa jinên li Idlibê çi ye?

Rewşa jinên li bajarê Idlibê û herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de ji rewşa dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ne cuda ye. Jin bi tawana ku por û rûyê xwe nanixumînin û bêyî mêran (mehrem) ji malê derdikevin tên cezakirin.

Rewşa jinên li Idlibê çi ye?
15 mijdar, 2021   04:03
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji beriya nêzî 10 salan ve yan jî bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, jinên li bajarê Idlibê ji ber binpêkirin û sûcên ku çeteyên bi navê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) li dijî wan pêk tînin, zehmetiyan dikşîne. Her wiha ji ber şerê di navbera çeteyên artêşa dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de li herêmê aramî tune ye.

Çeteyên Cebhet El-Nusra di 29`ê Tîrmeha 2016`an de navê xwe kir Cebhet Fetih El-Şam û 28`ê Çileyê 2017`an de navê xwe kir Heyet Tehrîr El-Şam. Bi guhertina navan dixwaze gumanên li ser têkiliyên xwe yên bi rêxistin El-Qaîde re rake.

Çeteyên Tehrîr El-Şam ceza û biryarên weke yên çeteyên DAIŞ`ê li ser jinan ferz dike.

Heyet Tehrîr El-Şam ji çeteyên Cebhet Fetih El-Şam, Hereket Nûredîn El-Zinkî, Ensaredîn, Ceyş El-Suna û Lîwa El-Heq pêk tê. Van koman Sibata 2015'an bajarê Idlibê xist bin serweriya xwe.

Ji dema ku çeteyên Heyet Terîr El-Şam beşên berfireh ji Idlibê dagirker kirin ve, ji dijî jinan hemû cûre tundî, tengavkirin û îşkence pêk tînin. Her wiha biryar û cezayên tund ku ji yên DAIŞ'ê ne cûda ne mîna veşartina por û rû li ser wan ferz dike. Dîsa jî nahêlin ku jin bêyî mêr ji mal derkevin û otobusên jin û mêran ji hev cuda kirine.

ÇAVDÊRÎ, DEWRIYE Û BINPÊKIRIN

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam  saziyeke ewlehiyê bi navê El-Felah ava kir ku pêkanîna biryaran dişopîne . Endamên vê saziyê ji nasnameyên cûda ne. Sazî li taxên bajar û deverên giştî û sûkan digerin û destwerdanê li jiyana welatiyan dike. Her wiha ev sazî qeyd û rêbazên diyar ên jiyanê li wekatiyan ferz dike.

Saziya behsa mijarê, saziya herî dawî ya polîsên olî "El-Husbe" bû ku çeteyên Cebhet El-Nusra sala 2014'an ava kiriye û heya niha jî dixebite. Ew sazî di gelek pêvajoyan re derbas bû û ya herî xirab ji bo şêniyên Idilbê  saziya "Sewaid El-Xêr" bû. Vê sazyê ji destpêka avabûnê wê ve di dawiya Adara 2018'an de heta rawestandina xebata wê di navîna 2019'an de kiryarên tengavkirin û binpêkirin li dijî welatiyan meşand. Welatiyên ku li hember binpêkirinên wê xwepêşandan lidardixistin her cûre şidet li dijî wan dihatin kirin.

Di Gulana 2020'î de Heyet Tehrîr El-Şam navê "El-Felah" li saziya "El-Husbe" kir. Li ev sazî bi hemû navên xwe heman sûc û binpêkirin li dijî welatiyan dikirin.

 

Her çiqas niştecihan kirinên " El-Husbe "red dikin, çeteyê Heyet Tehrîr El-Şam navê diguhêre. Li gorî çavkaniyan, ev sazî bi hemû navên xwe ji nivîsgehên dewriyeyên jinan, muhtesbîn, hêza pêkanînê, nivîsgeha dozgeriyê û nivîsgeha gilî û şopandinê pêk tê.

Navenda El-Felah rûniştina keç û jin bi mêran re li deverên giştî weke xwaringeh û dukanên bazirganiyê qedexe dike, li xwendekarên dibistan û peymangehan ferz dike ku por û rûyê xwe veşêrin, dukanên cilên jinan li ser peykerên jinan nîşan bidin qedexe dike, holên şahî û lîstokan dişopîne û mûzîk û stranên biyanî qedexe dike.

welatiya (S.E) a ji bajarê Idlibê ji tirsa kiryarên çeteyan nexwest navê xwe eşkere bike got, ji ber dewriyeyên jinan ên girêdayê navenda El-Felat, jin rastî zextên derûnî tên û ji tirsa ku werin revandin û li deverên giştî werin îşkencekirin, newêrin li hemberî biryarên wan derkevin.

Li gorî (S. E), jinên ku bêyî rû û porê bigirin û bêyî mêr ji mal derkevin, ji aliyê dewreyeyên jinan ve tên xwestin û gotinên xirab ji wan re tên kirin.

(S.E) derbarê bûyerekê de ku rastî wê hat dema bi hevalên xwe re derketibû wiha got: "Dewriyeya jinan a girêdayî saziya El-Husbe ku bi navê polîsên exlaqî tê naskirin li navenda bajarê Idlibê em sekinandin û gotinên xirab ji me re gotin, ber ku cilên me kurt bûn û rû û porê me vekirî bûn."

Di 25`ê Kanûna 2020`ê de jinan li bajarê Idlibê li dijî biryarên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam xwepêşandanek li dar xistin. Çeteyan li jinên xwepêşander dan û bi reşandina guleyan xwepêşander ji hev belav kirin.

NAVENDÊN ZEWICANDINA JINAN Û JINÊN BÎ VEKIRIN

"Komeleya Eta ya Alîkariyên Mirovî" ya li herêmên dagirkirî çalak e, li herêmên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam projeyek bi navê "Efaf" da destpêkirin. Ev proje ji bo zewicandina jinên bî ye yên ku hevserên wan di nava çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de hatine kuştin  û 2 hezar û 500 dolar dide wan da ku wan teşwîqî zewacê bike.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê (C.M) ya 33 salî ji ber gefên li ser jiyana xwe navê xwe eşkere nekir got, projeya Efaf ji aliyê komeleya Eta ya alîkariyên mirovî di sala 2018`an de hate destpêkirin û zêdetirî 50 kesî navên xwe pêşkêş kirine.

Her wiha destnîşan kir ku proje di demên dawî de li ser dezgehên toreyên tevna civakî bi awayekî zêde ji aliyê xebatkarên komeleyê hate belavkirin, ji ber komele red dike ku projeya wê bi awayekî eşkere li ser toreyên tevna civakî were belavkirin.

Komele û rêxistina hiqûqî ya navneteweyî sûc û binpêkirinên ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li bajarê Idlibê li dijî jinan pêk bîne şermezar kirin, lê çete sûcên xwe didomînin û destekê ji dewleta Tirk digrin.

Çeteyên dewleta Tirk li bajarê Ezaz ê dagirkirî nivîsgehek pirjiniyê  vekir û ev yek li herêmê herêmên Sûriyê nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî bertekên tund hat.

(bx)

ANHA