Li Hesekê semînerek li ser girîngiya folklorê di nasnameya gelan de

Li Hesekê lêkolîner û helbestvanê Kurd Salih Heydo di semînerekê de da zanîn ku di dirêjahiya salan de folklora kurdî rûbirûyî çewisandinê bû û bang li ciwanan kir ku parastina stranên folklorîk bikin.

Li Hesekê semînerek li ser girîngiya folklorê di nasnameya gelan de
14 mijdar, 2021   18:44
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi boneya vekirina Parka Xwendinê li taxa Til Hecer a Hesekê semînerek bi sernavê "Girîngiya folklorê di nasnameya gelan de" da.

Di semînerê de bi dehan rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û bi dehan ciwan amade bûn. Semîna li Parka Xwendinê ji hêla lêkolîner û helbestvanê Kurd Salih Heydo ve hat birêvebirin.

/ar/uploads/files/2021/11/14/184514_dsc_0035.webp

Salih Heydod di destpêka axaftina xwe de qala dîroka folklor û rola wê di dîroka gelên herêmê û gelê Kurd bi taybet de kir û got: "Folklora kurdî, bi taybet cilên kurdî rûbirûyî hewldanên tunekirinê hat. Dagirkerên Kurdistanê cilên xwe li şûna cilên kurdî yên resen ferz kirin.".

Heydo wiha li gotina xwe zêde kir: "Stranên Kurdî yên folklorî rastiya ku dixwest vegota isbat kir. Lê mêtînger û dagirkeriya Tirk ew têk bir. Ji ber ku bandoreke mezin li civaka Kurd dikir."

Salih Heydo diyar kir ku dagirker hewl da kurdan ji rastî, folklore, dîrok, çand û kevneşopiyên wan dûr bixe û da xuyakirin ku para stranên Kurd ên gelêrî yên di dawetan de dihatin gotin û stranên zarokan xwedî bandoreke mezin bûn, ku dagirkerên Kurdistanê hewl didan tune bikin.

Heydo diyar kir ku armanc ji stranê û rastiya wê ew e ku zimanê kurdî û folklora wê xurt bibe û wiha pê de çû: "Lê mixabin kurdan di jiyana xwe de sûd ji folklore û heqîqeta stranên xwe yên dîrokî wernegirt, ku parastina wan bikin."

Lêkolîner û helbestvanê kurdî Salih Heydo bang li nifşên nû kir ku stranên kurdî yên folklorîk belge û arşîv bikin.

Di dawiya semînerê de Salih Heydo gotinên pêşeyî gotin.

(fr)

ANHA