Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê li Helebê semînerek hate dayîn

Li Helebê bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, semînerek hate dayîn. Di semînerê de bal hate kişandin li ser rola Îştar di avakirina rihê edalet û wekheviya civakî di navbera mirovan de.

Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê li Helebê semînerek hate dayîn
14 mijdar, 2021   16:32
HELEB

Semîner ji aliyê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ve bi navê "Îştar Star" li navenda malbendiyê ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê hate dayîn. Bi dehan endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Malbendiya Heleb a Rewşenbîrî beşdarî semînerê bûn.

/ar/uploads/files/2021/11/14/150603_mhadhrh-fy-hlb-banwan-ashtar-star-28329.webp

Semîner ji aliyê endamê Malbendiya Heleb a Rewşenbîrî Mehemd Şêx Qenber ve hate dayîn. Qenber îşaret bi rewşa jin di serdemên dîrokî de "Serdema kevir, navîn, nûjen û şoreşa enduristiyal" kir û da zanîn ku jin rola sereke di rêvebirina civakê de lîst û got: "Piştre desthilat di jiyana sivîl a rejîma navendî de ketin destê mêr tebeqeyan hêrarşî ava bûn."

Mihemed Şêx Qenber bal kişand ser destana Îştar û wiha got: "Îştar lêgerîna yekem a keşifkirina kokên nebat û gihayan e û ji giha derman derxist. Her wiha mal ava kir û ji bo debarê bazirganî kir. Jin agir derxist. Îştar rihê edalet û wekheviya civakî ava kir û li hemberî desthilatdarî û tundiyê şer kir, her wiha aştî di navbera mirovan de belav kir."

Di semînerê de jinên şoreşger ên têkoşer  mîna "Nefertîtî, Kleopatra, mêvanê Xatûn, Şeceret El-Durr, Zenûbiya, Xewla Bint El-Ezwar, helbestvana Ereb Xansa, Zîna Zeydan, Xaca Zara, Bêrîvana Cundî û Kola Cleary û jinên Kurd ên weke “Brîtan, Zîlan, Arîn Mîrkan, Evesta, Barîn, Sakîne Cansiz, Fîdan” û bi hezaran şehîdên azadiyê hatin bi bîranîn.

ANHA