Li Qamişlo çerxerêya Ornîna hate vekirin

Bi beşdarbûna oldar, endamên Partiya Yekitiya Suyran û Hevserokatiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo çerxerêya peykerê "Ornîna" li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate vekirin.

Li Qamişlo çerxerêya Ornîna hate vekirin
14 mijdar, 2021   20:36
QAMIŞLO

Bi însiyatîfa suryanên taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, çerxerêya peykerê "Ornîna", sembola mûzik û stranan li Sûriyê û Mezopotamyaya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate vekirin. Xebatên avakirina peyker sala 2020'î ji aliyê endizyar Ebdulmesîh Melko ve hatibû destpêkirin.

/ar/uploads/files/2021/11/14/160333_img_0784.webp

Bi dehan Suryan, oldar, endamên Paratiya Yekitiya Suryan û Hevserokatiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo beşdarî merasîmê vekirina çerxerêyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/11/14/203726_img_0778.webp

Merasîm bi pêşkêşkirina beşeke mûzîkê ji aliyê  Foca Keşfî ya 4'an Suryanên Ortodoks ve dest pê kir, piştre metranê Dêrên Cizîr û Firatê  Morîs Hemsîh axivî, spasiya Suryanên li taxê yên ku ev çerxerê ava kirin, kir û got: "Qamişlo her tim bi pêşengên xwe yên manewî, civakî û siyasî ve dihate naskirin, ku çanda xwe û welatê xwe yên ku xwîna şehîdan hatiye pîrozkirin, parastin."

Hemsîh got: "Peykerê Ornîna sembola dîroka Mezopotamya ye ku jê çand û şaristanî derketin."

ANHA