QSD`ê berpirsên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pêşwazî kir

QSD`ê got Mezlûm Ebdî berpirsên ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pêşwazî kir û rewşên dawî li herêmê û Sûriyê û zehmetiyên ku rastî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, nîqaş kir.

QSD`ê berpirsên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pêşwazî kir
14 mijdar, 2021   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, malpera fermî ya QSD`ê got: "Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê piştî nîvro berpirsên Wezarta Karên Derve ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Jêrîn birêz Ethan Goldrich pêşwazî kir."

Li gorî malperê, di navbera her du aliyan de civînek dirêj derbarê rewşên dawî li herêmê û Sûriyê hate lidarxistin. Di civînê de şandeya amerîkî teqezî li ser girîngiya parastina peymana agirbestê li herêmê û Sûriyê bi giştî, her wiha berdewamkirina xebatên têkbirina dawî ya DAIŞ`ê, kir.

Her wiha herdu aliyan, zehmetiyên ewlehî û aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên zêdekirina destekdayîna mirovî ji bo derbaskirina bandorên şer, xurtkirina binesaziyê û aboriyê ji bo misogerkirina ewlehî û îstiqrarê, nîqaş kirin.

(bx)

ANHA