​​​​​​​Rojnameyeke lîbî: El-Muşrî hewl dide hilbijartinan bi bin bixe

Rojnameya El-Mersed a lîbî ku agahiyên xwe spartina çavkaniyan, ragihand ku Serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El-Muşrî hewl dide hilbijartin û komîseriyê bê bandor bike.

​​​​​​​Rojnameyeke lîbî: El-Muşrî hewl dide hilbijartinan bi bin bixe
14 mijdar, 2021   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Mersed, El-Muşrî ji bo vekirina daîreya destûrê ku ji dema peymana El-Sexriyat ve girtî ye, amadekariyên xwepêşandanekê dike. Rojnameyê her wiha got El-Muşrî amadekariyan ji Stanbolê dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku El-Muşrî ji Tirkan re piştrast kir ku hikumeta bi navê "Hêzên şoreşger" li ser erdê dê derfetê nede dadgeha bilind ku tu itîrazê di peymana di navbera hikumeta Fayiz El-Serac û Enqereyê de hatiye îmzekirin, bike. 

Baylozê Amerîka li Lîbyayê Richard Norland jî da zanîn ku hilbijartin kilîta îstiqrarê ye û diyar kir ku Washington dê cezayan li kesên ku amade ne hilbijartinan asteng bikin yan jî gumanê bi encamên wê bikin, ferz bike.

 (bx)