​​​​​​​Balafirên Rûsya baregehên DAIŞ'ê li çolistana Dêrazorê bombebaran kir

Piştî kuştina 13 leşkerên hikumeta Şamê li çolistanê, balafirên Rûsyayê baregehên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên Rûsya baregehên DAIŞ'ê li çolistana Dêrazorê bombebaran kir
14 mijdar, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), diyar kir ku balafirên Rûsyayê baregehên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên rojava yên Dêrazorê bombebaran kirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê kemîn li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk anîn û di encamê de 13 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, Rûsya ev êriş pêk anîn.

SOHR'ê duh piştrast kir ku di encama kemîna DAIŞ'ê li dijî çolistana El-Misreb a gundewarên rojavayî Dêrazorê de, 13 endamên Isûd El-Şerqiyê El-Şiêtat ên alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

(dm)