​​​​​​​Panorama hefteyê: Nebûna derfetên kar berê ciwanên Başûrê Kurdistanê dide ewropayê

Tîma rêveberiya serokê Amerîkayê forma dawî ya armancên Amerîkayê yên li Sûriyê diyar kir. Li aliyekî din jî ji ber nebûna derfetên kar, hilweşandina rewşa aborî û fesadê ya li Başûrê Kurdistanê ciwan koçberî Belarûsya dibin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Nebûna derfetên kar berê ciwanên Başûrê Kurdistanê dide ewropayê
14 mijdar, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî de îşaret bi liv û tevgerên erebî yên têkildarî rewşa Sûriyê, mijara koçberkirina ciwanên Başûrê Kurdistanê û aloziya Tunisê kirin.

 ‘ARMANCÊN AMERÎKAYÊ LI SÛRIYÊ HENE LÊ DERXISTINA ÎRANÊ TÊ DE TUNE YE’

Têkildarî rewşa li Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Tîma rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden forma dawî ya armancên Amerîkayê yên li Sûriyê diyar kir. Berovajî rêveberiya Donald Turmp, di nava van 5 armancan eşkerekirî de derxistina Îranê ji Sûriyê tune ye, lê belê piştgiriyê dide îstiqrara dewletên cîranên Sûriyê yanî Urdun, Îsraîl û dewletên din.

Li gor agahiyên li ber destan, armanc wiha ne; hêzên Amerîkayê dê li bakur û rojhilatê Sûriyê bin û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê wê bidome. Ya din alîkariya mirovî bi rêya sînoran. Ya sêyem parastina agirbestê, ya çarem piştgiriyê bide hesabxwestinê, mafên mirovan û dev ji çekên wêrankirinê werin berdan. Ya pêncan pêşxistina xebatên aştiyê li gorî biryara 2245’an û destekê bide aramiya dewletên cîran.

Ji ber wê fermandarê hêzên Amerîkayê Kenneth McKenzie bi awayekî veşartî piştî vekişîna ji Efganistanê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û QSD agahdar kir ku dê hêzên wan ji herêmê dernekevin. Her wiha rêveberiya Amerîkayê fişar li serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir ku êrişî herêmê neke ji bo bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û îstiqrara QSD`ê neke. Ji vir xuya dibe ku hêzên Amerîkayê dê heta bidawîbûna dema serokatiya Biden li herêmê bin.

Ji bo dabînkirina dirêjkirina dema gihandina alîkariyên mirovî, pêkanîna Amerîkayê sozên xwe yên têkildarî xebatên jinûve avakirinê û alîkariyên bi rêya xetan, çarşemê li Cinevê berpirsê Rojhilata Navîn Brett McGurk, cîgirê werzîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershnin û şandeyê serokatiya Rûsyayê Alexander Lavrinev li hev civiyan.

Li ser asta dîplomatîk, rêveberiya Biden her tim daxuyaniyan dide û tê de piştgiriya agirbesta giştî ya li Sûriyê û aktîfkirina xebatên siyasî û guhertina destûrê li gorî biryara 2245 kir. Her wiha gelek guhertinên çêbûn di nav de li ser asta jeosiyasî ya têkildarî helwesta wê ya ji hebûna Îranê li Sûriyê. Ev helwesta berovajî ya rêveberiya Donald Turmp e. Rêveberiya Biden 5 armanc danîne pêşiya xwe lê di nav de derxistina Îranê ji Sûriyê tune ye.

Tê payîn ku tîma Amerîkayê 2`yê Kanûnê li Brukselê di civîneke piştî kongreya Koalîsyona li dijî DAIŞ`ê de armancên nû yên Amerîkayê ji hevalbendên Washingtonê re pêşkêş bike.”

NEBÛNA DERFETÊN KAR Û REWŞA ABORÎ YA XIRAB, BERÊ CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIDE EWROPAYÊ

Têkildarî koçberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê jî rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de wiha got: “Hestên bêhêviyê dibin sedem ku bi hezaran ciwanên Kurdistana Iraqê li rêyên koçberiya ber bi Ewropayê ve bigerin, tevî astengî û xeteriyên ku di rê de rastê tên, bi taybet ewên ku nikarin bi awayekî qanûnî derkevin.

Ji ber nebûna derfetên kar, rewşa aboriyê ya xirab û belavbûna gendeliyê, ciwanên li Kurdistana Iraqê gazincan dikin.

Li gorî daneyên Komeleya Penaberan a Kurdistanê, beriya nêzî 3 mehan ve bi hezaran ciwanên herêmê koçber bûn, ji wan 1600 ciwan berê xwe da Belarûs. Li gorî komeleyê, niha nêzî 4 hezar penaberên Kurd li ser sînorê Belarûs in û piraniya wan ciwan in, her wiha di nava wan de jin, zarok û kesên temenmezin jî hene.

Ji beriya çend rojan ve bi hezaran penaber di nava seqemê de li ser sînorê Polonya-Belarûs kom bûne. Pirsgirêka penaberan, aloziya di navbera Belarûs û Yekitiya Ewropayê de gurtir kir, ku YE`yê Minskê bi destekdayîna Rûsyayê, bi bikaranîna penaberan ji bo zexta li yekitiyê tawanbar dike.”

ÎXWAN LI PIŞT REWŞA ALOZ A LI AQRIB IN

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Tûnisê wiha nivîsî: “Duh li bajarê Eqarib ê Tûnisê greva giştî hatî ragihandin û tevger bi temamî hatiye rawestandin. Greva giştî ji aliyê Yekitiya Tûnisê ya Xebatê ve piştî pevçûnên di navbera xwepêşandêran û hêzênz ewlekariyê de hat ragihandin.

Derdorên herêmî texmîn dikin ku Îxwan û hevalbendên wan li pişt gurkirina xwepêşandanên li bajêr bin û bi wê yekê armanc dikin ku bajarê Eqarib veguherînin herêmeke sorkirinê li dijî tedbîrên ku serok Qeys Seîd di 25`ê Tîrmeha borî de girtine. Îxwan bi rêya şebekeyên têkiliyên xwe yên li hundir û derveyî welêt hewl didin rewşa aloz xirabtir bikin û veguherînin xwepêşandaneke giştî li seranserê welêt.”