​​​​​​​Dewleta Tirk bi kêmkirina avê komkujiyeke bê xwîn pêk tîne

Dewleta Tirk a qirker qaşo bi projeyên avê, ewlehiya bi milyonan niştecihên li Kurdistanê, Sûriyê û Iraqê dixe xeteriyê, her wiha niştecihên resen koçber dike û dîroka gelên herî kevnar li ser rûyê erdê tune dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk bi kêmkirina avê komkujiyeke bê xwîn pêk tîne
14 mijdar, 2021   02:55
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên li beravên Dicle û Firatê dijîn, planên xeternak pêk tîne. Dîrok vê yekê di rûpelên sûcên li dijî gelan de dinivîse.

Di dosya yekem ya ku duh hate parvekirin de, me îşaret bi siyasta dewleta Tirk a avakirina bendavan, kêmkirina avê û ziwakirina kaniyan, peymanên di navbera hikumeta Sûriyê-Iraq û Tirkiyê de yên têkildarî dabeşkirina miqdara ava çeman,  kiribû.

Di dosya duyemîn de em ê bebsa girîngiya dîrokî ya çemên Firat û Dicle, çawa av wekî wesîleya daqurtandina dîrokê li Kurdistanê tê bikaranîn û şerên ku dewleta Tirk dimeşîne, bikin.

JI ALIYÊ DÎROKÎ VE GIRÎNGIYA DÎCLE Û FIRAT

Guncavbûna kîşwerî û axê û zêdebûna avê hîştin ku gelek mirov li ser axa di navbera her du çeman (Mezopotamyayê) de bi cih bibin.

Pirbûna cureyên giyayan, meywe, berhemên xwezayî, ajalên nêçîrê û peydabûna şikeftên ji bo parastinê li dorhêla çem û kaniyên li herêma Kurdistanê û Iraqê, derfetên jiyanê ava kirin. Her wiha piştî serdema qeşayê ya 4`emîn a beriya 17-20 hezar salan şoreşa çandiniyê, avakirina gundan û xwedîkirina sewalan dest pê kir.

Şikefta dîrokî ya Xerab Reşk "Gubeklî Tepe" a li Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê ku 12 hezar sal beriya zayînê hatiye dîtin, li cîhanê ji kevntirîn şikeftan e, di heman demê de nîşaneya dîrokî ya niştecihên Mezûpotamyayê ku li beravên çemê Firatê jiyan kirine.

Ji ber gelek vedîtinan û nûjeniyên şaristanî yên ku ketine xizmeta mirovahiyê, Mezûpotamya veguheriye dergûşa şaristaniyan û çavkaniya gelek çandan.

Ger em behsa şaristaniyên li derdora her du çeman bikin; Sumeriyên beriya zayînê bi 3 hezar û 500 salî jiyane, bi dehan gund li beravên çemên Mezopotamya jêrîn (Başûrê Iraqê) ava kirine, paşê Akadî, Babilî, Mîtanî, Asûrî, Hisî, Orarto û Împeratoriya Medî û bi dehan şaristaniyên li pey hev li ser erdnîgariya Mezûpotamyayê derketin.

Dewleta Tirk a dagirker tenê hewl dide jiyana li dergûşa şaristaniyên li beravên her du çemên mezin, têk bibe.

/kr/uploads/files/2021/11/13/210821_-.webp

Têkildarî mijarê hevserokê Gerînendeya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman axivî û got: "Di dîrokê de çemên Dicle û Firatê xwedî girîngiyeke mezin in, gelek komên mirovahiyê li vir li beravên her du çeman kom bûne û şaristaniyên destpêkê li vir ava kirine. Ji lew re kiryarên dewleta Tirk ên wekî kêmkirina rêjeya ava çemên Firat û Dicle, bi armanca têkbirina nasnameya kevntirîn gelê li herêmê (gelê Kurd) ji siyaseta guhartina demografiyê li herêmên dagirkirî ne cudatir e."

DEWLETA TIRK LI KURDISTANÊ BI PROJEYÊN AVÊ DÎROKÊ TUNE DIKE

/kr/uploads/files/2021/11/13/210754_-.webp

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer da zanîn ku kiryarên dewleta Tirk li dijî çemên Firat û Dicle, kareseteke mirovî û xwezayî ye û tişta wê teşwîqtir dike jî bêhelwestiya hikumetên Iraq û Sûriyê ya li hemberî vê yekê ye.

Ava bendavê bajarokê Hesenkeyf a dîrokî ku dîroka wê vedigere beriya 12 hezar sal û  şûnwarên ji serdema navîn û dibistanên olî di nava xwe de dihewîne, xeniqand. Her wiha Hesenkeyf warê herî kevnar a mirovahiyê li cîhanê ye.

Têkildarî avakirina dewleta Tirk ji bendava Ilîsu re ku nêzî bajarokê Hesenkeyf e, Koçer destnîşan kir ku partiya AKP`ê û MHP`ê hewldana veşartina mîrateya dîrokî ya Kurdan dike û wiha dewam kir: "Ji lew re divê li hemberî vê yekê helwesta me xurt be, ji ber ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya projeyên avê dîrka me ya kevnar tune bike."

LI BAJARÊN MEZIN, PIŞAFTINA KURDÊN JI GUNDAN

Ji ber ku bendava Ilîsuyê ku nû hatiye avakirin, hat dagirtin; niştecihên 200 gundên Bakurê Kurdistanê ku nêzî 80 hezar Kurd in koçber bûn.

Têkildarî mijarê Hesen Koçer ev nirxandin kir: "Şerê çandî yê ku dewleta Tirk dide meşandin beşek ji şerê qirkirina Kurdan e û ji şerê leşkerî ne cudatir e, rast e şêwaz tê guhartin, lê armanc yek e. Gelo avakirina bendaveke li naverasta gundekî Kurdî ku fêrî jiyana xwezayî bûne, tê çi wateyê? Hewldana koçberkirina bi hezaran ber bi bajarên mezin ve dikin da li wir werin helandin. Ev siyaseta guhartina demografiyê ya ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê pêk tîne ye."

Hesen Koçer bi domdarî got: "Heta niha tevger û rêxistinên idîaya parastina çandên şûnwarî û xwezayî dikin di nêzîkatiyên xwe yên bi dewleta Tirk re ne cidî ne, heta hin dewletên Ewropa di vê projeyê de hevkarên Tirkiyê ne. Kurd bi komkujiya spî re rû bi rû ye, dibe ku xwîn tune be, lê di encamê de komkujî ye û tê de Kurd têne qirkirin."

ZIWABÛNA AVÊ XETER E Û KARESETEÊN MIROVÎ BI XWE RE TÎNE

Erdogan di merasîma vekirina duyemîn bendava herî mezin li Tirkiyê (Ilîsu) di 6`ê Mijdarê de ragihandibû ku ew ê parastina welêt ji xeteriyên ziwabûnê û bandorên wê bike. Lê di rastiyê de amadekariya senaryoyên tarî yên ku di pêşerojê de li benda cîhanê ne, dike.

Daxuyaniyên Erdogan hemwextî zor û zehmetiya bi milyonan sûrî û iraqî ji ber kêmbûna rêjeya çemên Firat û Dicle dikişandin, hat. Ji ber ku vê yekê bandorke nêyinî li berhema çandî û peydakirina ava vexwarinê kir û hejmara pêketiyên jehrî jî zêdetir kir.

Mamosteyê zanîngeha Bexda Cewad El-Beydanî li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiribû ku avakirina bendava Ilîsu ya li ser çemê Dicle, wekî gefxwarina herî mezin a li gelê Iraqê ye. Di heman demê gefxwarina hebûnê ye jî, ji ber ku ew ê para avê kêm bibe, pê re jî çandiniya li Iraqê têk biçe.

Cewad El-Beydanî bang li hikumeta Iraqê kir ku Tirkiye di warê aborî de boykot bike û li hember siyaseta nerm a Tirkiyê ya ku armanca wê reşkirin û ji holêrakirina Iraqê ye, bisekine.

Di demeke ku dewleta Tirk rêjeya ava Firat û Dicle kêm dike de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên navîn ên Iraqê di nava zehmetiya kêmbûna avê de, nexasim ku îsal û par baran baş nehatiye, ev jî kareseteke mirovî bi xwe re tîne.

KOÇBERKIRINA NIŞTECIHAN ARMANCEKE DIRÊJ A TIRKIYÊ YE

Hesen Koçer diyar kir ku kêmkirina rêjeya ava beravên Firatê ya Sûriyê dê bibe sedem ku niştecih koçber bibin û ev yek armanca dewleta Tirk a stratejîk e.

Her wiha ev yek nakokiyên di navbera Tirk, Kurd û Ereban de kûrtir dike, mînak ew ê gelek kes bibêjin; gelê Tirk avê qut dike, ji ber ku beriya niha ji ber siyaseta Osmaniyan tengavî û hesasiyet hebû.

Hesen Koçer di dawiyê de bi bîr xist ku kiryarên dewleta Tirk bandoreke neyinî li têkiliyên gelê Tirk ê bi gelê cîran re kir û heta asteke mezin jî hesasiyet derxist, her wiha dewlet a desthilatdar li ser serê gelê Tirk bi xwe jî bûye pirsgirêk û bela.

(eh)

ANHA