'Çalakiya Keştiya Azadiyê berdewama têkoşîna rêber Ocalan e'  

Çalakvanên Keştiya Azadiyê got her çendî çalakiya 'Keştiya Azadiyê' sembolîk be jî têkoşîneke mezin di nava xwe de vedihewîne û diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bê, dê xebatên xwe bidomînin.

'Çalakiya Keştiya Azadiyê berdewama têkoşîna rêber Ocalan e'  
14 mijdar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, parêzvanên aştiyê, nûnerên tevgera jinan û çalakvanên ji Almanya, Fransa, Swîsre, Brezîlya, Spanya, Swêd, Yewnanistan, Îtalya û Brîtanyayê tev li kampanya "Dema wê hatiye-Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî" bûn.

Keştiya Azadiyê bi boneya ku rêberê Abdullah Ocalan beriya 23 salan ji Yewnanistanê derbasî Îtalyayê bû, di 9'ê Mijdarê de ji Atînayê bi rê ket û. Keştiya Azadiyê li Napoliyê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Keştiyê paradîgma û felsefeya rêber Abdullah Ocalan veguhast hemû rawestgehên diçiyê.

/kr/uploads/files/2021/11/13/212620_maria-florincia.webp

Ji Brezîlyayê Maria Florencia Guarche, endama TJK-E’yê Naciye Demîr û endama Konfederasyona Sendîkaya Gel a Îtalyayê Rajaa Ibnou Quounain ên beşdarî çalakiyê bûne, ji ANHA'yê re axivîn.

'FIKRA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A OCALAN ALTERNATÎFEKE XURT E'

Maria Florencia Guarche got: "Ev ne tenê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a rêber Ocalan, li dijî modernîteya kapîtalîst rê nîşanî cîhanê dide. Ez wek kesekî ku li Amerîkaya Latîn dijîm, em bandorên faşîzmê yên di jiyana rojane de baş dizanin. Gelê me yê xwecih ji sala 1492'yan ve li dijî şîdeta mêtingeriyê tê dikoşe. Niha jî di bin dîktatoriya vê faşîzma mêtinger a Jair Mesisias Bolsonaro de sîstema faşîst û qirker didome. Dema em di vê çarçoveyê de lê dinêrin jî, bi gelê Kurd re gelek hevpariyên me hene."

Maria Florencia Guarche diyar kir ku li dijî dîktatoriyê  divê bi prensîbên azad ên demokrasiyê li ber xwe bidin û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de divê gel bi hev re tê bikoşin. Di vê çarçoveyê de dixwazim bibêjim ku fikra birêz Ocalan a konfederalîzma demokratîk ji bo me hemûyan alternatîfeke xurt e."

'SERBILINDÎ YE KU MIROV DI VÊ KEŞTIYÊ DE CIH BIGIRE'

/kr/uploads/files/2021/11/13/212706_rajaa-ibnou.webp

Endama Konfederasyona Sendîkaya Gelan (CUB) Rajaa Ibnou Quounain jî got: "Ez kêfxweş im ku di vê keştiyê de me ku daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dike û felsefeya wî digihîne gel. Bi çalakiyên ku me li hemû bajaran pêk anîn, însiyatîf û panelên di asta navneteweyî de hatin lidarxistin, ji bo azadiya rêber Ocalan misoger bikin, hewldanên berfireh tên meşandin."

Rajaa Ibnou Quounain destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya rewşenbîrekî mezin ê mîna rêber Abdullah Ocalan ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn girîng e û wiha axivî: "Ev keştî bû xwedî hêzeke sembolîk a gelekî xurt. Serbilindî ye ku mirov di vê keştiyê de be û vegere bajarê xwe û vê vebêje." 

Rajaa Ibnou Quounain wiha domand: "Divê felsefeya birêz Ocalan wek mîrateyekê ji hemû gelan re bê vegotin. Gelê Kurd gelek caran nîşanî me daye ku hêza têkoşînê ji berdewamiyê tê û divê pêşî li vê vînê neyê girtin. Di serî de ciwan, divê bi fikrên nirêz Ocalan perwerde bibin. Em dizanin ku em di nava krîzeke aborî, tenduristî û civakî de ne û bendewariya civakeke cuda encax dikare hêzê bide me da ku em berdewam bikin."  

'EM Ê HIKUMETÊN KU RÊXISTINÊN ŞOREŞGER ÊN MÎNA PKK'Ê QEDEXE DIKIN, RED BIKIN'

Rajaa Ibnou Quounaîn got: "Çalakî her çend sembolîk be jî, di rastiyê de hêz û hêrseke mezin di nava xwe de dihewîne. Di nava beşdarên çalakiyê de kesên ji gel û qadên cuda yên têkoşînê hene. Di keştiyê de gelek çalakvan hebûn ku dirûşma 'Global bifikirin, xwecih tev bigerin' qebûl dikin. Keştî gihaşt Napoliyê. Em ê zêdetir girêdayî têkoşîna birêz Ocalan bin ku bi salan e bê edaletî di zindanê de tê ragirtin. Dema ku kesên tev li çalakiyê bûne vegerin bajarên xwe, dê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan bêhtir tê bikoşin."

Rajaa Ibnou Quounain bal kişand ser girîngiya şikandina tecrîdê û diyar kir ku hemû girtiyên siyasî û bi taybet jî rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe domandiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê polîtîkayên hikumetên ku mafê protestoyê, mafê xwerêvebirinê yê gelan tune dihesibînin û rêxistinên şoreşger ên mîna PKK'ê qedexe dikin, red bikin. Dema ji rêxistinekê ditirsin, qedexe dikin, lê îro modela ku PKK'ê afirandiye ji hêla hemû gelan ve tê qebûlkirin. Dema ku li dijî modernîteya kapîtalîst modeleke nû ya civakê tê afirandin, netewedewlet hewl didin ji holê rakin. Nizanin ku baweriya me ji her cure tirs, sînor û her êrişê derbas dibe. Em dibêjin "Em parçe bûn, em bûn yek, em bi ser ketin."  Em bi dil û can bawer in ku birêz Ocalan dê bi awayekî fîzîkî azad bibe û felsefeya wî li tevahiya cîhanê belav bibe."

'AZADIYA RÊBER APO DAXWAZA MILYONAN E'

/kr/uploads/files/2021/11/13/212645_naciye-demir.webp

Çalakvana TJK-E’yê Naciye Demîr jî bal kişand ser girîngiya Keştiya Azadiyê û wiha axivî: "Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li Yewnanistanê dest pê kir û bi wê re hêzên navneteweyî ketin nava vê komploya qirêjî. Rêber Ocalan hat Ewropayê û hewl da pirsgirêka Kurd çareser bike. Mixabin dewletên kapîtalîst destûra vê neda."

Naciye Demîr destnîşan kir ku ew dixwazin peyamekê bidin cîhanê û dê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan gelek çalakiyên cuda li dar bixin û got: "Çalakiya Keştiya Azadiyê di heman demê de bi dîroka ku rêber Apo ji Yewnanistanê derbasî Napolî bû, dest pê kir."

Naciye Demîr wiha pê de çû: "Dema ku rêber Apo hat Napoliyê her kes bi coş û kelecan bû. Ji bo dîtina rêber Apo her kes ket rêzê, me dizanîbû ku dê me azad bike. Em bi lez û bez çûn Romayê. Mixabin di wê serdemê de me Rêberê xwe nedît."

Naciye Demir got ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bi milyonan kes daketin qadan û wiha lê zêde kir: "23 sal e li ser rêber Apo şîdeteke giran heye. Azadiya rêber Apo ne tenê daxwaza gelê Kurd e, bi milyonan daxwaza azadiyê wî diqîrin. Paradîgmaya rêber Apo li cîhanê deng vedaye, her kes dixwaze li ser vê paradîgmayê jiyanekê ava bike, dibêjin paradîgmaya rêber Apo jiyana me ye. Heke îro qîrînên li Napoliyê digihîjin asîmanan, îrade û têkoşîna gelê me dê sîstema dewletê hilweşîne."

ANHA